Mardin Bienali

Çaremîn Bîenala Navnetewî ya Mêrdînê bi temaya “Ji Gotinê Wêdetir” dest pê kir.

Bîenala Navnetewî ya Mêrdînê ji sala 2010an vir ve ye tê li dar xistin û çalakî li herêm û cîhanê di warê çandê de bû bûyerekî girîng. Îsal komekî ji Fırat Arapoğlu, Nazlı Gürlek û Derya Yücel pêk tê dê kuratoriya bîenalê bike.

Direktoriya bîenalê Döne Otyam dike û Komeleya Sinemayê ya Mêrdînê dê mazûbaniya Çaremîn Bîneala Navnetewî ya Mêrdînê bike. Di bin temeaya “Ji Gotinê Wêdetir” de, dê xebatên li ser nêrîn, beden û sînoran cî bigirin.

Di çarçoveya bîenalê de, beşa Fırat Arapoğlu ya “Nêrîna Bêsînor”, beşa Nazlı Gürlek ya “Zimanê Beden” û beşa Derya Yücel ya “Sînor û Derazîng”  hene. Ev beş li ser şekla îfadeyê û afirîna wateyê yên ji gotinê wêdetir e.

Wekî berê, hemû ciyên dîrokî yên Mêrdînê wê bên bikar anîn. Berhemên bîenalê piranî wê li Qerergaha Alman, Hemam û Muzeya Mêrdînê, Dikanên Revakliyê û Qehweya Marangozan bên pêşandan.

Çalakî heta 4ê Hezîrana 2018an wê bidome.