Hunermend û nivîskarên Kurd li dîwarên Êlihê xwe nîşan didin

Li Êlihê projeyeke nû ya çandî dest pê kir. Bi vê projeyê, wêneyên kesayetiyên girîng ên çand û hunera Kurdî li ser dîwarên Kolana Hunerê tên xêzkirin.

Şaredariya Êlihê xebatên xwe yên li ser dîrok, çand, huner û zimanê Kurdî didomîne. Di çarçoveya vê xebatê de, wêneyên kesayetiyên girîng ên çand û hunera Kurdî li ser dîwarên Kolana Hunerê ya navendî hatine xêzkirin. Wênesaz Ruken Ekincî, Fadil Erçel û Roza Berîtan Kanat ji 12’ê Tebaxê ve dest bi vê projeyê kirin û wêneyên gelek kesayetiyên navdar ên wekî Şakiro, Apê Mûsa, Eyşe Şan, Feqiyê Teyran û gelek yên din xêz kirin.

Wênesaz Ruken Ekincî

Pêşengên Gelê Kurd

Ekincî, ku kêfxweş e ji ber ku dikare wêneyên hunermendên pêşeng ên çanda Kurdî bigihîne gel, ji çapemenîyê re axivî. Wê diyar kir ku ew bi pêşengiya şaredariyê dest bi vê xebatê kirine û ji Ehmedê Xanî dest pê kirine heta bi Melayê Cizîrî qedandine. Ekincî got ku xêzkirina hin wêneyan 2-3 roj ajotiye.

Eleqeya Gel

Ekincî destnîşan kir ku gelê Elîhê eleqeyeke mezin nîşan dide ji bo wêneyan. Wê got: “Me di xêzkirina van wêneyan de nêrîna xwe jî lê zêde kir. Mînak, di wêneyê Şakiro de me rengên neteweyî yên gelê Kurd lê zêde kirin. Di ya Feqiyê Teyran de me baweriya wî ya xwezayê nîşan da. Me di bin eleqeyeke mezin de xebatên xwe temam kir. Eleqeya di dema çêkirinê de motîvasyona me zêde kir. Armanca me ew e ku em nirxên gelê Kurd bigihînin gel.”

Ekincî got ku gel ji derxistina çand, ziman û hunerê ya kolanê pir kêfxweş e. Wê her wiha diyar kir ku ji bo bicihkirina projeyên wan li Amed, Wan û Mêrdînê jî pêşniyar hene û got: “Em ê Kolana Hunerê ya Êlihê bi hunerê re ava bikin. Ev kolan dê ne bi tenê bi nav bimîne.”

Çavkanî: Yeni Yaşam

Bize destek olun

Medyascope sizlerin sayesinde bağımsızlığını koruyor, sizlerin desteğiyle 50’den fazla çalışanı ile, Türkiye ve dünyada olup bitenleri sizlere aktarabiliyor. 

Bilgiye erişim ücretsiz olmalı. Bilgiye erişim eşit olmalı. Haberlerimiz herkese ulaşmalı. Bu yüzden bugün, Medyascope’a destek olmak için doğru zaman. İster az ister çok, her katkınız bizim için çok değerli. Bize destek olun, sizinle güçlenelim.