Sala yekem a Şerê Xezzeyê bi hejmaran: Anatomiya hilweşîneke mirovî

Salek di ser destpêka şerê Xezzeyê re derbas bû, ku di 7’ê Cotmehê 2023’an de dest pê kiribû. Di vê demê de ew herêm bû şahidê yek ji pevçûnên herî wêranker ên dîroka nûjen. 365 rojên şerê, li ser Xezzeyê û derdora wê, şopên kûr hiştin. Operasyonên berfireh ên leşkerî yên Îsraîlê li dijî Hemasê bûn sedema krîzeke mezin a mirovî li Xezzeyê. Daneyên herî dawî yên derbarê windahiyên şer, wêrankarî û krîza mirovî de tenê pirsekê tînin: Gelo jiyan li Xezzeyê ji niha û pê ve gengaz e?

Gazze savaşının 1. yılı: Enkaza dönmüş bir mahallede kurulan pazar yeri
Sala yekem a Şerê Xezzeyê: Cihê bazarê yê li taxeke wêranbûyî

Sala Yekem a Şerê Xezzeyê: Bilançoya Mirî û Birîndaran

Di nav salekê de, hejmara sivîlên ku di encama pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane gihîşt asteke metirsîdar. Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê yên 6’ê Cotmeha 2024’an:

  • Hejmara miriyên li Xezzeyê: 41,870
  • Ji van, agahiyên berfireh ên demografîk ên 34,344 kesan hatine ragihandin:
  • 13,737 mêr
  • 6,297 jin
  • 11,355 zarok
  • 2,955 kal û pîr
  • Tê texmînkirin ku termên nêzî 10,000 kesan hîn jî di bin kavilan de ne.

Hejmara Xezzeyiyên birîndar 95,551 e (Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê, 18’ê Îlon 2024).

Li Şerîayê Rojava jî, di operasyonên berdewam de di salekê de herî kêm 742 Filistînî hatin kuştin û zêdetirî 6,250 Filistînî birîndar bûn.

Li aliyê Îsraîlê, li gorî çavkaniyên fermî, ji 7’ê Cotmehê û vir ve zêdetirî 1,200 sivîl jiyana xwe ji dest dan. Di nav van de herî kêm 33 zarok hene. Hejmara Îsraîliyên birîndar jî nêzî 5,400 kesî ye.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku ji destpêka operasyona bejahî ve 1,162 leşkerên wê hatine kuştin û 5,968 leşker birîndar bûne.

Ev dane bandora wêranker a pevçûnê li ser nifûsa sivîl û buhaya giran a şer nîşan didin.

Sala yekem a Şerê Xezzeyê: Rehîne û wendayî

Yek ji encamên herî trajîk ên şerê ku di 7’ê Cotmehê de dest pê kir, pirsgirêka wendayî û rehîneyan e. Li gorî Ofîsa Medyayê ya Xezzeyê û Rêxistina Parastina Sivîl a Filistînê, zêdetirî 10,000 kes hîn jî wenda ne an di bin kavilan de ne. Ev hejmar bandora wêranker a şer û kêmasiya karûbarên lêgerîn û rizgarkirinê nîşan dide.

Ji aliyê din ve, li gorî çavkaniyên Îsraîlê, nêzî 101 rehîne hîn jî li Xezzeyê tên girtin. Rewşa rehîneyan yek ji mijarên herî girîng ên danûstandinên di navbera her du aliyan de ye.

7 Ekim sonrası: Bir Gazzeli, harabeye dönen bölgede kitap okuyor (Fotoğraf: AFP)
Piştî 7’ê Cotmehê: Xezzeyiyek di nav xirbeyan de pirtûkê dixwîne (Wêne: AFP)

Krîza koçberbûnê, wek yek ji encamên herî berbiçav û lezgîn ên mirovî yên şer derketiye pêş. Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, nêzî 1.9 mîlyon kes (90% nifûsa Xezzeyê) ji cih û warê xwe bûne. Heta 16’ê Îlon 2024’an, zêdetirî 85% Xezzeyê di bin fermana valakirinê ya Îsraîlê de bû (OCHA, 18’ê Îlon 2024). Ev rewş dibe sedema krîzeke mezin a mirovî li herêmê. Û di mijara dabînkirina pêdiviyên bingehîn ên nifûsa koçber de zehmetiyên cidî tên jiyîn. Gihîştina stargehê, xwarin, av û xizmetên tenduristiyê ji bo nifûsa koçber girîngiyeke jiyînî heye.

İsrail-Hamas savaşı: Öncesi ve sonrası ile Gazze

Sala yekem a Şerê Xezzeyê: Koçberî

Piştî sala yekem a şerê Xezzeyê, bingeha herêmê û avahî bi giranî zirar dîtin. Li gorî daneyên Banka Cîhanê, zêdetirî 66% xaniyan û zêdetirî 80% saziyên bazirganiyê zirar dîtine an jî hilweşiyane. Li gorî daneyên UNOSAT’ê yên Tebax 2024’an, 68% tora rêyan zirar dîtiye.

Ev wêrankarî jiyana rojane ya Xezzeyê felc dike. Û nîşan dide ku pêvajoya nûjenkirinê dê dirêj û bi mesref be.

Li gorî Ajansa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Penaberên Filistînî (UNRWA), 190 saziyên UNRWA’yê zirar dîtine. Ev yek bi awayekî cidî dabînkirina xizmetên ji bo penaberan asteng dike. Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê, 130 ambulans nema tên bikaranîn. Ev rewş pêşkêşkirina xizmetên tenduristiyê yên lezgîn zehmet dike (UNRWA û Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê, Îlon 2024).

Mercên stargehê, piştî sala yekem a şerê Xezzeyê ji bo nifûsa koçber pirsgirêkeke mezin e. Li gorî daneyên Komika Stargehê, qada navîn a ku ji her kesî re li stargehan dikeve 1.5 m² ye. Ev jî ji nîşaneya herî kêm a rewşa lezgîn a 3.5 m² ji her kesî re gelek kêmtir e. Tê texmînkirin ku nêzî 100,000 malbat hewceyî piştgiriya lezgîn a stargehê ne (Komika Stargehê, Îlon 2024). Mercên stargehê yên qelebalix û ne têr, xetereyên tenduristiyê çêdikin û pêşî li jiyaneke bi rûmet a mirovan digirin.

7 Ekim sonrası Refah
Piştî 7’ê Cotmehê: Refah

Pergala tenduristiyê li Xezzeyê hilweşiya, nexweşiyên vegirtî zêde bûn

Wêrankariya jîngehê, wek yek ji bandorên dirêjdem ên şer derketiye pêş. Li gorî rapora Tîrmeha 2024’an a Bernameya Jîngehê ya Neteweyên Yekbûyî (UNEP), 18 mîlyon ton kavil kom bûne. Çavkaniyên avê û ax bi metalên giran û bermayiyên teqemeniyê hatine qirêjkirin. Pirrengiya biyolojîk bi zedê zirar dîtiye, gelek cur bi xetera tunebûnê re rû bi rû ne (UNEP, Tîrmeh 2024).

7 Ekim sonrası: Gazze'deki binaların yüzde 70'e yakını yıkıldı veya kullanılamaz durumda
Piştî 7’ê Cotmehê: Nêzî sedê 70yê avahiyên li Xezzeyê hilweşiyane an jî nayên bikaranîn

Xizmetên tenduristiyê bûn yek ji qadên ku herî zêde ji şer bandor girtine. Di êrîşên Îsraîlê de gelek nexweşxane hatin hedefgirtin. Li gorî daneyên 18’ê Îlon 2024’an ên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, ji 36 nexweşxaneyên ku beriya şer dixebitîn, 17 heb bi qismî dixebitin (3 li Bakurê Xezzeyê, 7 li navenda Xezzeyê, 3 li Der al Balahê, 4 li Xan Yûnisê). Di sala yekem a şerê Xezzeyê de 19 nexweşxane bi tevahî ji kar ketin. 9 nexweşxaneyên sehra dixebitin, ji van 4 bi tevahî, 5 jî bi qismî xizmet didin. Tenê 43% navendên tenduristiyê yên bingehîn bi qismî dixebitin (ji 132’yan 57). Tenê 37% navendên tenduristiyê yên UNRWA’yê (ji 27’an 10) dixebitin (WHO, 18’ê Îlon 2024). Ev rewş bi awayekî cidî gihîştina xizmetên bingehîn ên tenduristiyê sînordar dike. Û ji aliyê tenduristiya giştî ve xetereyên mezin çêdike.

7 Ekim sonrası: Gazze'nin en büyük hastanesi El-Şifa, nisan ayında bombalandı
Piştî 7’ê Cotmehê: Mezintirîn nexweşxaneya Xezzeyê El-Şîfa, di Nîsanê de hat bombekirin

Nexweşiyên vegirtî

Nexweşiyên vegirtî, wek encameke din a wêranker a şer derketiye holê. Tirsa pêketina felcê, menejît û hepatîtê, NY neçar kir ku xebatên derzîlêdanê yên ku ne diyar e kengî doza duyem dê were kirin, bike. Lê pirsgirêk bi van naqede. Heta 7’ê Tîrmeha 2024’an, nêzî 995,000 bûyerên enfeksiyonên akut ên rêyên bêhnkişandinê, 577,000 bûyerên îshalê ya akut a avî û 107,000 bûyerên sendroma zerdikbûna akut hatin tomarkirin (Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê, Tîrmeh 2024). Ev hejmar qada krîza tenduristiyê nîşan didin û xetera belavbûna nexweşiyên vegirtî zêde dikin. Mercên ne têr ên av û paqijiyê, cihên stargehê yên qelebalix û gihîştina sînordar a xizmetên tenduristiyê vê rewşê hê xirabtir dikin.

7 Ekim sonrası: Gazze'de kullanılamaz hale gelen bir hastane (Fotoğraf: Dawoud Abo Alkas)
Piştî 7’ê Cotmehê: Nexweşxaneyek li Xezzeyê ku nema tê bikaranîn (Wêne: Dawûd Ebo Elqas)

Zehmetiyên ku di mijara veguheztinên tenduristiyê de tên jiyîn, krîza tenduristiyê kûrtir dikin. Heta 26’ê Tebax 2024’an, 14,469 nexweşên krîtîk serlêdana veguheztina tenduristiyê kirin. Ji van tenê 41% (5,968 kes) erêkirin wergirtin. Ji van 35% (5,033 kes) çûn derveyî welêt. Tê texmînkirin ku heta 12’ê Îlon 2024’an, ji dema girtina Deriyê Sînor ê Refahê ya 7’ê Gulan û vir ve, nêzî 12,000 nexweş nehatin veguheztinê (WHO, Îlon 2024). Ev rewş nîşan dide ku gelek nexweşên krîtîk nikarin bigihîjin çareseriya pêwîst û jiyana wan di bin xetereyê de ye.

İsrail-Hamas savaşından kaçanlar: Sahildeki çadırkentlerde yaşayan Gazzeliler (Fotoğraf: Mohamed Solaimane)
Şerê Îsraîl-Hemasê: Xezzeyiyên ku li çadirgehên li qeraxê dijîn (Wêne: Mihemed Suleyman)

Sedê 96 a gelê Xezzeyê ji ewlehiya av û xwarinê bêpar in

Hilweşîna bi giranî ya bingeha av û paqijiyê, krîza mirovî ya li Xezzeyê hê kûrtir dike. Li gorî daneyên 18’ê Îlon 2024’an ên WASH Cluster, her sê xalên girêdana avê (Mekerot) yên ku ji Îsraîlê tên bi qismî dixebitin û rojê 38,400 m³ av hilberîn dikin. Ji sê tesîsên paqijkirina avê du heb bi navber dixebitin. Di navbera 2-15’ê Îlonê de rojê bi navber 116,000 m³ av hat hilberandin û belavkirin. Ev miqdar nêzî çarekê dabînkirina avê ya beriya Cotmeha 2023’yan e. 68,920 m³ ji ava hilberî ji bîrên avê (şaredarî û UNRWA) hat bidestxistin. Lêbelê, 70% ava ku bi rêya toran tê dabînkirin ji ber ziraran winda dibe. 395,000 ton zibila hişk kom bûye û du navendên sereke yên zibilê negihîştî ne (WASH Cluster, 18’ê Îlon 2024). Ev rewş ji aliyê tenduristiya gel ve xetereyên cidî çêdike û dibe sedema qirêjbûna jîngehê.

İsrail-Hamas savaşı: Gazze'de su ve kanalizasyon şebekelerinin neredeyse tamamı kullanılamaz halde (Fotoğraf: NURPHOTO)
Şerê Îsraîl-Hemasê: Li Xezzeyê nêzî tevahiya tora av û kanalizasyonê nayê bikaranîn (Wêne: NURPHOTO)

Krîza xwarinê li Xezzeyê

Piştî sala yekem a şerê Xezzeyê, neewlehiya xwarinê bûye encama herî lezgîn û berbelav a şer. Li gorî pêşbîniya IPC’yê ya ji bo 16’ê Hezîran – 30’ê Îlon 2024’an, sedê 96 a nifûsa ku hatiye analîzkirin (2.15 mîlyon kes) di astên krîz an jî xirabtir de neewlehiya xwarinê dijîn. 745,000 kes di asta lezgîn de neewlehiya xwarinê dijîn, di heman demê de 495,000 kes bi neewlehiya xwarinê ya di asta felaketê de rû bi rû ne (IPC, Hezîran 2024). Ev hejmar nîşan didin ku nêzî tevahiya nifûsê nikare bigihîje xwarina têr û ewle.

7 Ekim sonrası: Gazze'de yıkımın ortasında yemek hazırlayan gönüllüler (Fotoğraf: Ramadan Abed)
Piştî 7’ê Cotmehê: Li Xezzeyê dilxwazên ku di nav wêraniyê de xwarin amade dikin (Wêne: Remezan Ebed)

Krîza xwarinê bi taybetî bandorê li zarokan û komên bêparastin dike. Va ye daneyên Komika Xwarinê:

  • Zêdetirî sedê 96 a zarokên 6-23 mehî ji ber kêmbûna cûrbecûriya xwarinê ya herî kêm, nikarin hewcehiyên xwe yên xwarinê dabîn bikin.
  • 346,000 zarokên di bin 5 salî de, 160,000 jinên ducanî û şîrmêj hewceyî temamkerên xwarinê ne.
  • Zêdetirî 50,000 zarok kêm xwarin dixwin.
  • Ev rewş ji bo tenduristî û pêşketina nifûsa pêşerojê fikarên cidî çêdike.
7 Ekim sonrası: Gazze'de beslenme krizi en çok savunmasız grupları etkiliyor (Fotoğraf: NURPHOTO)
Piştî 7’ê Cotmehê: Li Xezzeyê krîza xwarinê herî zêde bandorê li komên bêparastin dike (Wêne: NURPHOTO)

Kerta çandiniyê û xwedîkirina heywanan jî ji şer bi giranî bandor girt. Li gorî FAO’yê, 60-70% heywanên çiftlikê yên ku goşt û şîr hilberîn dikin, mirin an zû hatin serjêkirin. Li gorî UNOSAT û FAO’yê, 68% erdên çandiniyê û 33% qada serayan zirar dît. Li gorî Kerta Ewlehiya Xwarinê, nêzî 70% fîloya masîgiriyê hilweşiya. Ev rewş bi awayekî cidî bandorê li hilberîna xwarinê dike û neewlehiya xwarinê zêde dike.

Nifşê windabûyî yê Xezzeyê: 625 hezar xwendekar ketin sala duyem a bêperwerdehiyê

Pergala perwerdehiyê jî bû qurbaneke din a şer. Li gorî daneyên Komika Perwerdehiyê, heta 17’ê Îlon 2024’an nêzî 625,000 xwendekar nikarin bigihîjin perwerdehiya fermî. Îsraîlê 10,237 xwendekar û 416 personelên perwerdehiyê kuştin. Zêdetirî 15,835 xwendekar û 2,463 mamoste birîndar bûn. 85% avahiyên dibistanan (ji 564’an 477) rasterast hatin lêdan an zirar dîtin. Ev yek nûjenkirina tevahî an jî rehabilîtasyona mezin hewce dike (Komika Perwerdehiyê, 17’ê Îlon 2024). Ev rewş nîşan dide ku mafê perwerdehiyê bi awayekî cidî hatiye binpêkirin û derfetên perwerdehiyê yên nifşên pêşerojê di bin xetereyê de ne.

7 Ekim sonrası: Gazze'de 625 bin öğrenci savaş yüzünden iki yıldır eğitim alamıyor (Fotoğraf: Ashraf Amra)
Piştî 7’ê Cotmehê: Li Xezzeyê 625,000 xwendekar ji ber şer du sal in nikarin perwerdehiyê bistînin (Wêne: Eşref Emra)

Zarok û ciwan di nav komên ku herî zêde ji bandorên derûnî yên şer bandor girtine de cih digirin. Li gorî daneyên UNICEF’ê, zêdetirî 1 mîlyon zarok hewceyî piştgiriya tenduristiya derûnî û psîko-civakî ne. Nêzî 17,000 zarok bêhempa ne an ji malbata xwe veqetiyane (UNICEF, Tebax 2024). Ev rewş ji aliyê tenduristiya derûnî ya nifşên pêşerojê ve fikareke mezin çêdike. Û dibe ku bibe sedema bandorên civakî yên dirêjdem.

Rojnamevan û karmendên alîkariyê jî windahiyên giran dan

Encameke din a trajîk a şer, hedefgirtina karmendên alîkariyê û rojnamevanan bû. Di nav salekê de herî kêm 302 karmendên alîkariyê hatin kuştin (295 herêmî, 7 biyanî). 224 personelên NY, 33 personel û dilxwazên PRCS, herî kêm 45 karmendên din ên alîkariyê jiyana xwe ji dest dan. 986 karmendên tenduristiyê, 83 personelên Parastina Sivîl û 173 rojnamevan û karmendên medyayê hatin kuştin (OCHA, NY, PRCS, Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê, Ofîsa Medyayê ya Xezzeyê, 18’ê Îlon 2024). Ev windahî bi awayekî cidî bandorê li karûbarên alîkariya mirovî û derfeta bidestxistina nûçeyên serbixwe dikin û ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve jî tabloyeke bi fikar pêşkêş dikin.

Di şerê li Xezzeyê de 224 personelên NY jiyana xwe ji dest dan (Wêne: Elî Cadellah)

Di qada medya û ragihandinê de jî pirsgirêkên cidî tên jiyîn. Li gorî rapora Îlon 2024’an a Rojnamevanên Bêsînor, 80% rojnamevanên li Xezzeyê karê xwe ji dest dan. Li herêmê derfeta bidestxistina nûçeyên serbixwe nêzî bi tevahî ji holê rabû. Platformên medyaya civakî rêjeya sansûr û rakirina naveroka têkildarî şer 500% zêde kirin (RSF, Îlon 2024). Ev rewş pêşî li herikîna agahiyan digire û dike ku raya giştî ya navneteweyî bi zehmetî pêşketinên li herêmê bişopîne.

Peydakirina alîkariya mirovî ya Xezzeyê salek e tê astengkirin

Gihîştina rêxistinên alîkariya mirovî ya Xezzeyê, ji destpêka şer ve bûye pirsgirêkeke cidî ya berdewam. Ev operasyonên alîkariyê ji aliyê ajansên NY, rêxistinên navneteweyî û herêmî yên ne-hikûmî ve tên birêvebirin. Ji bo her konvoya alîkariyê an operasyonê divê ji artêşa Îsraîlê destûr were wergirtin. Li gorî rapora 18’ê Îlon 2024’an a Ofîsa Koordînasyona Karûbarên Mirovî ya NY (OCHA), di navbera 11-17’ê Îlon 2024’an de rewşa operasyonên alîkariyê yên ku li bakurê Xezzeyê hatibûn plankirin wiha bû: 10 operasyon ji ber fikarên ewlehiyê an pirsgirêkên lojîstîk ji aliyê rêxistinên alîkariyê ve hatin betalkirin; 16 operasyon ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatin redkirin; 60 operasyon ji aliyê hêzên Îsraîlê ve li ser rê hatin astengkirin an derengxistin; û 104 operasyon bi qismî bi serkeftî pêk hatin.

7 Ekim sonrası: Gazze'ye ulaşan yardım tırları, İsrail'in engellemesiyle bir önceki yıla göre yüzde 85 azaldı (Fotoğraf: AFP)
Piştî 7’ê Cotmehê: Tirên alîkariyê yên ku digihîjin Xezzeyê, bi astengkirina Îsraîlê li gorî sala berê sedê 85 kêm bûn (Wêne: AFP)

Li herêmên başûr jî rewş bi qasî kêm çêtir e: Operasyoneke alîkariyê hat betalkirin, 3 operasyon hatin redkirin, 45 operasyon hatin astengkirin û 349 operasyonên alîkariya mirovî hatin pêkanîn. Ev dane bi eşkereyî zehmetiyên ku di gihîştina alîkariya mirovî ya Xezzeyê de tên jiyîn nîşan didin. Sînorkirinên ku Îsraîlê bi hinceta ewlehiyê pêk tîne, zehmetiyên lojîstîk û rewşa pevçûnê, gihîştina alîkariyan a xwediyên hewcehiyan bi awayekî girîng dereng dixe an asteng dike.

ABD yardımları İsrail'in kontrolünde havadan yapılıyor
Alîkariyên DYA’yê di bin kontrola Îsraîlê de bi hewayî tên kirin

Rewşa Xezzeyê ya ku bêalîkarî maye

Miqdarê alîkariya mirovî ya ku digihîje Xezzeyê, ji destpêka şer ve bi awayekî dramatîk kêm bû û têr nekir. Li gorî rapora 18’ê Îlon 2024’an a OCHA’yê (Ofîsa Koordînasyona Karûbarên Mirovî ya NY), di 348 rojên ku ji destpêka şer a 7’ê Cotmeha 2023’yan heta 18’ê Îlon 2024’an de derbas bûne de, bi tevahî 52,938 tirên alîkariya mirovî ketin Xezzeyê. Ev hejmar, dema ku bi serdema beriya şer re tê berawirdkirin, daketineke balkêş nîşan dide.

Beriya şer, di sala 2023’yan de rojane bi navînî 500 tir (bi tevî sotemeniyê) diketin Xezzeyê. Ev li ser bingeha salane dike nêzî 182,500 tir. Lêbelê di dema şer de ev hejmar bi awayekî cidî daket. Mînak, di navbera 1-15’ê Îlon 2024’an de rojane bi navînî tenê 67 tirên alîkariya mirovî ketin Xezzeyê. Ev jî li gorî serdema beriya şer daketineke 87% nîşan dide.

Denize düşen insani yardım malzemeleri ve Gazzeliler
Kelûpelên alîkariya mirovî yên ku ketin deryayê û Xezzeyî

Bandorên aborî yên şer li ser Xezze û Îsraîlê

Bandorên aborî yên şer jî giran bûn. Li gorî rapora Çile 2024’an a Banka Cîhanê rêjeya bêkariyê derket sedê 80yê.

Rêjeya xizaniyê derbas bû sedê 90ê.

Tê texmînkirin ku mesrefa nûjenkirinê dikare bigihîje 100 milyar dolarî (Banka Cîhanê, Çile 2024). Ev hejmar nîşan didin ku aboriya Xezzeyê nêzî bi tevahî hilweşiyaye û destnîşan dikin ku nûjenkirina herêmê dê gelek salan bajo.

Aboriya Îsraîlê jî ji şer bandor girt. Di 6 mehên pêşîn ên şer de aboriya Îsraîlê sedê 2 piçûk bû. Mesrefên parastinê sedê 30 zêde bûn, di heman demê de dahatên turîzmê sedê 70 kêm bûn (Banka Navendî ya Îsraîlê, Tîrmeh 2024). Dema ku em van hejmaran li ber çav digirin, û mesrefên Îsraîlê yên piştî operasyona bejahî ya li Lubnanê jî tê de, nîşan dide ku mesrefa aborî ya şer ji bo her du aliyan jî giran e û gefa li ser istîqrara aborî ya herêmî dixwe.

Bandorên derûnî yên şer li ser Xezzeyiyan: Bûyerên xwekuştinê 3 qat zêde bûn

Bandorên derûnî yên şer, hem li Xezzeyê hem li Îsraîlê xwe nîşan didin. Li gorî rapora Tebax 2024’an a UNICEF’ê, 95% zarokên li Xezzeyê nîşanên tevliheviya stresa piştî travmayê nîşan didin. Bûyerên xwekuştinê 300%, tundiya nav malbatê 150% zêde bû.

Li Îsraîlê jî bandorên wekî tên dîtin.

Sedê 40 mezinan nîşanên xemgînî û depresyonê nîşan didin, bûyerên PTSD sedê 200 zêde bûn (UNICEF û Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê, Tebax 2024). Ev dane birînên kûr ên ku şer li ser çanda civakî hiştine nîşan didin.

Ji aliyê hiqûqa navneteweyî û mafên mirovan ve jî pêşketinên bi fikar çêbûn. Li gorî rapora Tebax 2024’an a Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a NY, zêdetirî 1,200 bûyer hatin tesbîtkirin ku dikarin bikevin çarçoveya sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê. Zêdetirî 500 serîlêdan ji bo gilîkirinê li Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî hatin kirin. Konseya Ewlehiyê ya NY 12 caran banga agirbestê kir, lê hat vetokirin. Ev rewş pirsên derbarê bandor û girêdayîbûna hiqûqa navneteweyî de tîne rojevê.

Xirabûna dîplomatîk a ku şer bûye sedem

Di warê dîplomasî û têkiliyên navneteweyî de jî pêşketinên girîng çêbûn. 15 welatan têkiliyên xwe yên dîplomatîk ên bi Îsraîlê re dan sekinandin. 30 welatan firotina çekan a Îsraîlê rawestandin. Li Kongreya DYA’yê 5 pêşniyaz ji bo sînorkirina alîkariyên ji bo Îsraîlê hatin pêşkêşkirin. Di navbera welatên YE’yê de cudahiyên kûr ên ramanê derbarê siyaseta Îsraîlê de derketin holê. Heta niha Îsraîl bi hevalbendên xwe yên Rojavayî re wêneyeke yekpare nîşan dide. Lê şerê Xezzeyê, bandorê li cihê Îsraîlê yê li qada navneteweyî û têkiliyên wê yên bi hevalbendên xwe re dike.

Teknolojiyên ku Îsraîlê cara yekem bikar anîn

Aliyê teknolojîk ê şer jî balê dikişîne. Îsraîlê cara yekem di vî şerî de sîstemên hedefgirtinê yên bi piştgiriya zekaya sûnî bikar anîn. Teknolojiya dron û tunelê ya Hemasê, îstîxbarata Îsraîlê şaş kir. Êrîşên sîber 400% zêde bûn, bingehên krîtîk hatin hedefgirtin (Wezareta Parastinê ya Îsraîlê û şirketên ewlehiya sîber, Tebax 2024). Ev rewş xwezaya guherbar a şerê modern û rola zêdebûyî ya teknolojiyê nîşan dide.

(Wêne: Eşref Emra)

Ji niha û pê ve jiyan li Xezzeyê çiqas mimkun e?

Bi encam, sala yekem a Şerê Xezzeyê, li herêmê şopên kûr hiştin û bû sedema krîzeke mezin a mirovî. Bilindiya windahiyên sivîl, hilweşîna bingehê, sînorkirina gihîştina xizmetên bingehîn û krîza koçberiyê, wek pirsgirêkên ku li benda çareseriyeke lezgîn in derdikevin pêş. Rola çalaktir a civaka navneteweyî, bidestxistina agirbestê û avakirina planeke berfireh a aştiyê, ji bo pêşeroja herêmê girîngiyeke krîtîk dihewîne.

Gazze'de İsrail tankları (Fotoğraf: Abir Sultan)
Li Xezzeyê tankên Îsraîlê (Wêne: Ebîr Sultan)

Bandorên dirêjdem ên şer, ne tenê bi Îsraîl û Filistînê ve sînordar dimînin, bandorê li tevahiya Rojhilata Navîn û dîplomasiya global dikin. Dane û analîz, bandorên wêranker ên şer nîşan didin. Tekezî li ser wê yekê tê kirin ku divê ji bo bidestxistina aştî û aramiyê gavên lezgîn bên avêtin. Ji bo bidestxistina aramiya herêmî, destpêkirina xebatên nûjenkirinê û avakirina baweriyê di navbera civakan de, nêzîkatiyeke berfireh û pirralî pêwîst e. Berevajî vê yekê, xuya ye ku bandorên wêranî û travmayê yên ku şer afirandine, dê nifşan dom bikin. Windakirina mirovên ku nikarin bên vegerandin jî bingehê dijminahiyeke nû ya ku dê nifşan dom bike danî. Jiyana mirovî ya li Xezzeyê, tew bi çareseriyeke dîplomatîk a ku şer bisekinîne jî, dê bi dehan salan û bi sed milyaran dolaran were avakirin.

Bize destek olun

Medyascope sizlerin sayesinde bağımsızlığını koruyor, sizlerin desteğiyle 50’den fazla çalışanı ile, Türkiye ve dünyada olup bitenleri sizlere aktarabiliyor. 

Bilgiye erişim ücretsiz olmalı. Bilgiye erişim eşit olmalı. Haberlerimiz herkese ulaşmalı. Bu yüzden bugün, Medyascope’a destek olmak için doğru zaman. İster az ister çok, her katkınız bizim için çok değerli. Bize destek olun, sizinle güçlenelim.