Futbolvanê Kurd Denîz Undav bi rekora transferê çû Stuttgartê

Denîz Undav, futbolvanê kurd ê 28 salî, bi bedeleke rekor a 32 mîlyon Euroyan ji Brighton & Hove Albionê derbasî Stuttgartê bû û bû transferê herî biha di dîroka vê kluba almanî de.

Stuttgarta Almanî piştrast kir ku wê Denîz Undav, lîstikvanê pêşî yê Brighton & Hove Albionê, bi bedeleke nêzî 28 mîlyon Sterlinî (32.6 mîlyon Euro) û çend şertên din kiriye. Undav dê peymaneke sê-salî heta sala 2027an îmze bike.

Undav, ku du sal di peymana wî ya bi Brightonê re mabûn, dê vegere Stuttgartê, ku wî sezona borî li wir bi deynî lîstibû. Di 30 lîstikên xwe yên Bundesligayê de, wî 18 gol avet û 10 alîkarî pêşkêş kirin, ev jî bû alîkar ku tîma wî bigihîje Lîga Şampiyonan ya Ewropayê.

Rojnameya The Athletic di meha Hezîranê de ragihandibû ku di peymana deynkirinê de ya di navbera Stuttgart û Brightonê de, mafê kirînê jî hebû. Lê belê, berî ku ev peymandin pêk bê, Fabian Hurzeler ê 31 salî bû serokê nû yê Brightonê. Hurzeler hewl da Undav razî bike ku li Îngilîstanê bimîne, lê ev hewl bi ser neket.

Undav, di sala 2022an de ji kluba belgîkî Union Saint-Gilloise derbasî Brightonê bûbû. Di sezona xwe ya yekem a Premier Ligê de, wî di 22 lîstinan de 5 gol avet. Paşê, di EURO 2024 de, ku di nav tîma Almanî de cih girt, wî di lîstika ku Almanya bi 2-0 li hember Macaristanê qezenc kir de wek bedel beşdar bû.

Denîz Undav kî ye?

Denîz Undav, di 19ê Tîrmeha 1996an de li bajarê Achim ê Almanyayê ji malbateke kurd a ji Vîranşehira Rihayê koçkirî hat dinyayê. Kariyera xwe ya futbolê di temenekî biçûk de li akademiya TSV Achimê dest pê kir û piştre li Werder Bremen, SC Weyhe û TSV Havelse lîst. Di sala 2015an de, wî peymana xwe ya profesyonel a yekem bi TSV Havelse re îmze kir. Undav, ku bi performansa xwe ya li Union SG ya Belgîkayê bala hemû Ewropayê kişandibû, niha bi vê veguhestina xwe ya nû, dê kariyera xwe li Stuttgartê bidomîne.

Bize destek olun

Medyascope sizlerin sayesinde bağımsızlığını koruyor, sizlerin desteğiyle 50’den fazla çalışanı ile, Türkiye ve dünyada olup bitenleri sizlere aktarabiliyor. 

Bilgiye erişim ücretsiz olmalı. Bilgiye erişim eşit olmalı. Haberlerimiz herkese ulaşmalı. Bu yüzden bugün, Medyascope’a destek olmak için doğru zaman. İster az ister çok, her katkınız bizim için çok değerli. Bize destek olun, sizinle güçlenelim.