Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, ku li ser pasaporta wê qedexe hatiye danîn bêyî ku tu lêpirsîn hebe, got ku bi qedexeya derketina derveyî welat ne ew, lê gel tê cezakirin.
“Şermeke vê demê”
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, di hevpeyvîna xwe ya bi Ferît Aslan re ji Medyascopeyê, got ku qedexeya derketina derveyî welat, ji bo welatekî ku îddia dike bi normên demokratîk û bi hiqûqê tê birêvebirin, herî kêm bi gotina “şermeke vê demê” ye. Bucak, ku got berpirsiyariya wergirtina tevecuha 65% ya hilbijêrên Amedê heye, wiha domand:
“Ji ber salên dirêj gelek xizmet wek perwerde, tenduristî, stargehî, xwarina tendurist a gihîştbar, bingehîn û sergehîn ji Amediyan hatine girtin û hêviyên wan hene.”
“Pirsgirêkên saziyeke ku naveroka wê hatiye valakirin di demeke kurt de nayên çareserkirin”
“Piştî 8 salên sepandina qeyûman, pirsgirêkên kom bûne û li benda çareseriyê ne hene. Sozên me yên beriya hilbijartinan dane gelê xwe hene. Hemû mijarên ku me behs kirî, helbet pêwîstiyên mezin ên darayî derdixin holê. Veberhênan û xizmetên ku em nikarin bi çavkaniyên xwe yên xweser pêk bînin hene. Hûn ê qebûl bikin ku ji bo saziyeke ku komeke deyn hatiye hiştin, hevsengiya budceyê nehatiye pêkanîn û naveroka wê hatiye valakirin, nêzîkî ne mimkun e ku di demeke kurt de çareseriyê ji pirsgirêkên mezin re peyda bike. Ji ber van sedeman, ji bo çareserkirina pirsgirêka darayî, hewcedarî bi deynên dirêj hene da ku çavkaniyên nû li hundir û derveyî welat bên afirandin.”
“Tu milk û malên ku bên firotin nehatin hiştin”
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak got ku tu milk û malên ku dikarin tengasiya darayî çareser bikin nehatin hiştin, ji ber vê yekê wan li Enqereyê bi Rêveberê Ajansa Pêşveçûna Fransî ya Tirkiyeyê Tanguy Denieul re hevdîtinek pêşîn pêk anîn. Bucak, ku got ji ber ku lêgerînên wan çareserkirina pirsgirêkên bajêr ên di warê darayî de ne, wan bi hevparên xwe re mijarên qedexeya derketina derveyî welat a li ser wan neaxivîn, wiha domand:
“Lêbelê qedexeya derketina derveyî welat, di gelek mijarên ku me behs kirî de û di gelek mijarên din de jî, destê me girê dide. Di wateya cezakirina hemû gelê bajêr di kesayeta me de ye, ne tenê rewşeke kesane ye. Em hêvî dikin û dixwazin ku ev xeletî, ev şerm, ev ecêbiya hiqûqî di demeke nêz de bidawî bibe. Gelek hevserokên me yên şaredariyan hene ku qedexeya derketina derveyî welat li ser wan heye. Hemû jî rastî heman pirsgirêk û zehmetiyan tên.”
Serokên ku derketina wan a derveyî welat hat qedexekirin
Medyascope'un günlük e-bülteni
Andaç'a abone olun
Editörlerimizin derlediği öngörüler, analizler, Türkiye’yi ve dünyayı şekillendiren haberler, Medyascope’un e-bülteni Andaç‘la her gün mail kutunuzda.
Midûriyeta Giştî ya Emniyetê, bêyî biryara dadgehê, li ser daxwaza “ewlekariya giştî” tedbîr xwest û biryara tedbîrê hat dayîn. Biryar ji aliyê walîtiyê ve ji hevserokan re hat ragihandin. Serokên DEM Partiyê yên ku derketina wan a derveyî welat hat qedexekirin wiha ne:
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak,
Hevserokê Şaredariya Dîcleyê ya Amedê Hacî Akengin,
Hevserokê Şaredariya Kayapinarê ya Amedê Berîvan Gulşen Sîncar,
Hevserokê Şaredariya Erxeniyê ya Amedê Şiyar Guldîken,
Hevserokê Şaredariya Baxlarê ya Amedê Sirac Çelîk,
Hevserokê Şaredariya Çinarê ya Amedê Semra Akyuz,
Hevserokê Şaredariya Farqînê Sevîm Bîçîcî,
Hevserokê Şaredariya Artûklûyê ya Mêrdînê Mehmet Elî Amak,
Hevserokê Şaredariya Akdenîzê ya Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz