Mehmûd Ebas li parlamentoya Tirkiyeyê peyivî: “Ez ê herim Xezzeyê, an serkeftin an şehadet”

Serokê Dewleta Filîstînê Mehmûd Ebas, di axaftina xwe ya li TBMM’ê de ragihand ku ew ê here Xezzeyê ya ku di bin êrîşên Îsraîlê de ye. Wî got: “Jiyana me ne hêjatir e ji jiyana zarokekî li Xezzeyê. An serkeftin an şehadet

Serokê Dewleta Filîstînê Mehmûd Ebas, di çarçoveya serdana fermî de, di 14’ê Tebaxê de li Beştepeyê ji aliyê Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokomar Recep Tayyip Erdogan ve hat pêşwazîkirin. Di hevdîtina navbera Erdogan û Ebas de, êrîşên Îsraîlê, agirbesta domdar û çareseriyên ji bo aştiyê hatin gotûbêjkirin.

Serokê Dewleta Filîstînê Mehmûd Ebas, îro wek mêvanê rûmetê li Meclîsa Giştî ya Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê (TBMM) ji parlamenteran re peyivî.

Pêşî Serokê TBMM’ê Numan Kurtulmuş axivî. Kurtulmuş got ku ew şahidiya rûniştineke dîrokî dikin û wiha domand: “Tirkiyeyê, di hemû platformên navneteweyî de hewl daye ku êrîşkariya Îsraîlê rawestîne. Li hember sûcên mirovahiyê yên Netanyahu bêdeng nemaye.”

Piştî wê Ebas hat ser kursiyê û ji aliyê parlamenteran ve bi demeke dirêj ve bi çepikan hat pêşwazîkirin.

Piştî Kurtulmuş, Ebas axivî û diyar kir ku gelê Filîstînê li hember sûcên ku Îsraîl pêk tîne têkoşîneke mezin dide. Wî got: “Ez dixwazim axaftina xwe bi bîranîna şehîdên ku ji ber êrîş, qetlîam û jenosîda Îsraîlê jiyana xwe ji dest dane dest pê bikim. Ya dawî jî sûca ku li dijî rêberê Îsmaîl Heniye hatiye kirin e.”

Ebas, helwesta ku Tirkiyeyê bi pêşengiya Erdogan nîşan daye pîroz kir û wiha domand: “Ez hemû partiyên siyasî yên Tirkiyeyê yên ku sûcên qirêj ên Îsraîlê şermezar dikin pîroz dikim. Ez gelê tirk ê bira ku bi helwesta xwe ya hêja piştgiriyê dide gelê Filîstînê pîroz dikim. Tirkiyeyê, bazirganiya xwe ya bi Îsraîlê re ji bo piştgiriya gelê Filîstînê rawestand.”

“Li Xezzeyê dewleteke din nikare bê avakirin”

Ebas diyar kir ku armanca Îsraîlê ew e ku Filîstîniyan ji axa wan derxe û wiha domand: “Ew dixwazin trajediya koçberiya 1948’an cardin bidin jiyîn, lê ev yek qet pêk nayê. Ji ber ku gelê me bi axa xwe ve girêdayî ye, bi her awayî dê dagirker û talankeran derxe. Xezze, beşeke bingehîn û veqetandî ya dewleta Filîstînê ye. Li Xezzeyê dewleteke din nikare bê avakirin. Bêyî Xezzeyê dewleta Filîstînê nabe.”

“Qudsê Rojhilat, Şeriaya Rojavayê û Xezze, axeke yek in”

Ebas wiha domand:

“Gelê me teslîm nabe. Em ê Xezzeyê ji nû ve ava bikin, heke ji sedî 70 jî wêran bibe. Em ê vê bikin da ku dewleta Filîstînê ya ku paytexta wê Qudsê Rojhilat e ava bikin. Bi her awayî. Qatil ji sûcên ku kirine xelas nabin. Bi demboriyê jî nakeve. Dê hesab bê pirsîn. Quds û Mizgefta Eqsa qibleya me ya pêşîn e. Kesê ku kevirekî ji axa Filîstînê ji çav dike ne ji we ye ne jî ji me ye. Berî du rojan careke din êrîş li ser Mizgefta Eqsa çêbû. Mizgeftên wir mizgeftên me ne, dêrên wir dêrên me ne. Qudsê Rojhilat, Şeriaya Rojava û Xezze, axeke yek in. Heke hûn mafê me nedin, ev pêvajoya tundiyê dê berdewam bike. Rêya aştî û ewlehiyê li Filîstînê dest pê dike û li Filîstînê bidawî dibe.”

“10 hezar girtî di girtîgehên Îsraîlê de tên girtin”

Ebas bîr anî ku ji sedî 40’ê Cihûyên ku li Amerîkayê dijîn Îsraîlê sûcdar dibînin û wiha got: “Mirovahî li hember dijminatiya nîjadperest helwesteke rast nîşan dide. Rêxistinên navneteweyî nikarin li hember îşkenceyên Îsraîlê bêdeng bimînin. Divê her kes bi me re tevbigere û bertekê nîşan bide. Nêzî 10 hezar girtiyên jin û mêr di girtîgehên Îsraîlê de tên girtin.”

“Ez ê herim Xezzeyê”

Ebas got ku çareserî nemaye û wiha domand: “Min, bi hemû birayên xwe yên di serokatiya Filîstînê de biryar da ku ez herim Xezzeyê. Em li hember dijminatiya bêsînor yek in. Jiyana me ne hêjatir e ji jiyana zarokekî li Xezzeyê. An serkeftin an şehadet. Em ê ji bo naskirina Filîstînê bixebitin. Em dixwazin li cem Neteweyên Yekbûyî bên naskirin.”

Piştî van gotinên Ebas, parlamenteran bi rabûna ser piyan Ebas çepik kirin.

https://twitter.com/medyascope/status/1824058349295382585

Bize destek olun

Medyascope sizlerin sayesinde bağımsızlığını koruyor, sizlerin desteğiyle 50’den fazla çalışanı ile, Türkiye ve dünyada olup bitenleri sizlere aktarabiliyor. 

Bilgiye erişim ücretsiz olmalı. Bilgiye erişim eşit olmalı. Haberlerimiz herkese ulaşmalı. Bu yüzden bugün, Medyascope’a destek olmak için doğru zaman. İster az ister çok, her katkınız bizim için çok değerli. Bize destek olun, sizinle güçlenelim.