Li navçeya Bozova ya Rihayê, Vedat Akbaş ê 17 salî û Îbrahîm Çîftçî yê 31 salî, dema ku ji bo hênikbûnê ketibûn Gola Bendava Atatürkê, xeniqîn û jiyana xwe ji dest dan.
Li navçeya Bozova ya Rihayê, Vedat Akbaş û Îbrahîm Çîftçî, yên ku bi hevalên xwe re ji bo geştê hatibûn qeraxê Gola Bendava Atatürk, di saetên sibehê de ji bo hênikbûnê ketin avê.
Piştî demekê, Akbaş û Çîftçî dest bi çelpandinê kirin û piştre ji ber çavan winda bûn. Bi mudaxeleya kesên li derdorê, her du kes ji avê hatin derxistin.
Vedat Akbaş û Îbrahîm Çîftçî bi ambulansên ku hatibûn gazîkirin, hatin veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Mehmet-Enver Yildirim a Bozovayê.
Akbaş û Çîftçî yên ku hatin dermankirin, nehatine rizgarkirin. Cenaze ji bo otopsiyê hatin şandin Saziya Tibba Edlî ya Rihayê.
Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin, bûyer li Gola Bendava Atatürk a li taxa Çatakê ya navçeya Bozovayê qewimî. Li gorî îdiayê, Îbrahîm Çîftçî û Vedat Akbaş ji bo hênikbûnê ketibûn gola bendavê û piştî demekê ji ber çavan winda bûbûn. Li ser agahdarkirina kesên li derdorê, tîmên AFAD, cendirme, noqar û tenduristiyê hatin şandin herêmê. Piştî xebata noqarên polîsan a nêzî saetekê, gihîştin termên her du kesan.
Lêpirsîn li ser bûyerê didome.





