Bangewaziya rêxistinbûnê ji karkerên CarrefourSA yên di çalakiyê de

Karkerên embara CarrefourSA di roja 7’emîn a çalakiyên xwe de, girîngiya rêxistinbûnê tekez kirin û gotin, “Ji niha û pê ve hemû qadên jiyanê yên Sabancı qadên berxwedana me ne.”

Li embara CarrefourSA ya li Esenyurta Stenbolê, piştî ku di 12’ê Tebaxê de 6 karker hatin derdanîn, bi pêşengiya Sendîkaya Karkerên Embar, Lîman, Tersane û Deryayê (DGD-SEN) çalakî berdewam dike. Di roja 7’emîn a çalakiyên xwe de karkeran li Meydana Tabela ya li Esenyurtê civiyan. Nûnerên Partiya Kedê (EMEP) ya Rêxistina Navçeya Esenyurtê, Platforma Yekîtiya Têkoşînê, Yekîtiya Xwendekarên Şoreşger, Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TİP) ya Rêxistina Navçeya Esenyurtê, Malên Gel, Sendîkaya Mamosteyên Beşa Taybet û Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) piştgirî dan çalakiyê. Di çalakiyê de bi dirûşmeyên “Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin”, “Ji Carrefourê nestînin, nebin hevparê zordariyê” û “Bi yekbûnê em ê bi ser bikevin” meşeke kurt pêk anîn.

Gülşah Şahin a karkerê embarê ya ku hatiye derdanîn, di çalakiyê de axivî û diyar kir ku ew bedelê xebata xwe dixwazin û got, “Me mafê xwe yê kedê xwest û em ê ji vê gav paş de neavêjin. Em ê heta dawiyê têbikoşin û bangewaziya xwe ya piştgiriyê dubare dikin.”

Em li bendê piştgiriyê ne

Karkerê embarê Esra Bayrak diyar kir ku ew 10 meh in di embar de dixebite û mamosteyek e ku nehatiye tayînkirin û wiha got: “Ji ber ku em mecbûr in malê xwedî bikin, gelek hevalên me dixebitin, ez jî wisa me. Saetên ku em zêde dixebitin gelekî zêdetir in ji meaşê ku em distînin. Em bi zehmetî bi du kesan malê xwedî dikin. Em jî bi derxistinê dihatin tehdîtkirin. Me jî ji bo piştgiriya hevalên xwe dest bi çalakiyê kir. Dibe ku wisa bidome ji ber ku ti daxuyanî ji rêveberiya embar nehat. Em ji jinên kedkar û jinên malê zêdetir li bendê piştgiriyê ne.”

Bangewaziya rêxistinbûnê

Di dawiyê de Serokê Giştî yê DGD-SEN’ê Neslihan Acar axivî û got ku kêmaniyek dewlemend kêfê dikin lê milyonan mirov ên mayî mecbûr dimînin berxwe bidin. Acar axaftina xwe wiha domand: “Em nikarin debara xwe bikin. Îro em bi zehmetî dikarin xwarinên bingehîn jî bikirin. Em bi zehmetî xwe xwedî dikin. Îro ji her derê Tirkiyeyê bi sedan karker ji me re telefon dikin û dibêjin ku nikarin debara xwe bikin. Karker bi dengekî bilind dibêjin ku ew sedeqe naxwazin. Ji ber vê yekê em nikarin yek bi yek çareseriyê bibînin. Em nikarin yek bi yek vê meselê derbas bikin, divê em xwe rêxistin bikin. Sedemeke hebûna me ya li vir heye, em îlan dikin, em ê gavekê jî ji berxwedana xwe paş de neavêjin. Duşemê em ê biçin embar, eger ji me re daxuyanî neyê dayîn, ji niha û pê ve hemû qadên jiyanê yên Sabancı qadên berxwedana me ne.”

ÇAVKANİ: Ajansa Mezopotamyayê

Bize destek olun

Medyascope sizlerin sayesinde bağımsızlığını koruyor, sizlerin desteğiyle 50’den fazla çalışanı ile, Türkiye ve dünyada olup bitenleri sizlere aktarabiliyor. 

Bilgiye erişim ücretsiz olmalı. Bilgiye erişim eşit olmalı. Haberlerimiz herkese ulaşmalı. Bu yüzden bugün, Medyascope’a destek olmak için doğru zaman. İster az ister çok, her katkınız bizim için çok değerli. Bize destek olun, sizinle güçlenelim.