Li Amedê xwaringeha gel tê vekirin

Li navçeya Farqînê ya girêdayî Amedê biryara vekirina “xwaringeha gel” hat dayîn. Piştî biryarên ku Meclisa Şaredariya Farqînê girt, wê li navçeyê baxçeyê zarokan û navendên lênêrînê yên bi zimanê dayikê yê Kurdî û navenda şûştina cilûbergan jî bên sazkirin.

Li navçeya Farqînê ya girêdayî Amedê, Meclisa Şaredariyê di civîna xwe ya nirxandina mehane de komek biryarên nû girt. Meclisa Şaredariya Farqînê, piştî daxwaza gel biryar da ku “xwaringehên gel” bên vekirin û herwiha biryar da ku “baxçeyê zarokan û navendên lênêrînê yên bi zimanê dayikê yê Kurdî” û “navenda şûştina cilûbergan” bên avakirin.

“Xwaringeha gel” ku tenê jin dikarin bi rê ve bibin tê vekirin

Meclisa Şaredariyê, piştî daxwaza zêde ya gel, ji bo alîkariya aboriya jinan li Farqînê, biryar da ku “Xwaringeha Gel” a ku tenê jin dikarin bi rê ve bibin bê vekirin. Bi van xwaringehên gel re, hemwelatiyên kêmdahat dê bikaribin bi bihayên gelek guncawtir zikê xwe têr bikin.

Di heman demê de biryar hat dayîn ku xizmeta lênêrîna malê ji bo kesên ku bi tenê dijîn, yên hewcedarê lênêrînê û kesên li ser 60 salî bê pêşkêşkirin, û ji bo jinên hewcedar û kesên ku bi tenê dijîn navenda şûştina cilûbergan bê avakirin.

Her wiha, li gorî qanûna şaredariyê, biryar hat dayîn ku baxçeyê zarokan û navenda lênêrîna rojê ya bi zimanê dayikê yê kurdî yên girêdayî şaredariyê bên vekirin.

Bize destek olun

Medyascope sizlerin sayesinde bağımsızlığını koruyor, sizlerin desteğiyle 50’den fazla çalışanı ile, Türkiye ve dünyada olup bitenleri sizlere aktarabiliyor. 

Bilgiye erişim ücretsiz olmalı. Bilgiye erişim eşit olmalı. Haberlerimiz herkese ulaşmalı. Bu yüzden bugün, Medyascope’a destek olmak için doğru zaman. İster az ister çok, her katkınız bizim için çok değerli. Bize destek olun, sizinle güçlenelim.