Li navçeya Erdîşa Wanê, tevgerên ekolojîk bi pêşengiya Tora Hevkariya Tevgerên Peravê (KIYIDA) li hev civiyan û bang kirin ku li dijî dagirkirina peravan têkoşîn bê meşandin.
Tora Hevkariya Tevgerên Peravê li gelek deverên Tirkiyeyê li dijî dagirkirina peravan daxuyanî da û bang kir ku mirov hişyar bin. Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, KIYIDA li taxa Sahilkentê ya girêdayî navçeya Erdîşê (Erciş) ya Wanê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Komeleya Çiyagerî, Jîngehparêzî û Polîtîkayên Ekolojîk a Sîpanê, Platforma Ekolojîk a Zêlanê û Koma Jîngehê ya Zortulê û gelek nûner beşdar bûn. Beşdaran pankarta “Perav yên me hemûyan in, em hemû li peravê ne” hilgirtin û pankartên “Dagirkirina peravên Gola Wanê rawestînin, Deryaya Wanê neyê qirêjkirin” û “Kargehên qûmê yên ku jîngehê qir dikin rawestînin” vekirin.
Perav qadên jiyana hevpar in
Çalakgerê Jîngehê Selçuk Aladağ ku daxuyaniya çapemeniyê xwend, tekez kir ku perav qada jiyana hevpar a hemû kesan in û xwest ku Zagona Peravê bê sepandin. Aladağ diyar kir ku ew wek KIYIDA ji bo parastina ekosîstemên peravê û ji bo têkoşîna mafê gihîştina hemû mirovan a wekhev û bêpere ya peravan têdikoşin û got: “Em diparêzin ku perav ne tenê ji bo mirovan in, divê hemû zindî û nezindiyên li peravên ku xala hevdîtina ekosîstemên bejahî û deryayê ne, bên parastin. Ji ber vê yekê, em nabêjin perav yên gel in, em dibêjin perav yên me hemûyan in.”
Aladağ balê kişand ser wê yekê ku li her çar aliyên Tirkiyeyê perav bi awayekî cidî di bin dagirkeriyê de ne û wiha got: “Em wek parêzerên peravan destûr nadin wêrankirina peravan û dagirkirina wan, em qebûl nakin ku perav bên bazirganîkirin. Em diyar dikin ku em rêgezên têkoşîna xwe ji zagona bingehîn werdigirin û em dest bi kampanyaya xwe ya ‘Zagona Peravê Bicih Bîne’ dikin û heta ku hemû perav azad bibin em ê têkoşîna xwe bidomînin, em vê yekê bi rêz û silavên xwe bi raya giştî re parve dikin.”