Fîlê dawîn ê di dîlîtiyê de li Komara Afrîkaya Başûr azad bû

Fîlê dawîn ê baxçeyê ajalan ê Afrîkaya Başûr, Charlie, piştî 40 salên dîlîtiyê, veguherî herêma parastinê ya taybet a Shambala li eyaleta Limpopo. Charlie bi encama kampanyayên alîgirên mafên ajalan ên ku salan dom kirin gihîşt jîngeha xwe ya xwezayî.

Charlie di sala 1984an de ji Parka Neteweyî ya Hwange ya Zimbabweyê hatibû anîn û di du saliya xwe de bo Sîrka Boswell Wilkie ya Afrîkaya Başûr hatibû şandin û bo pêşkêşkirina nîşandanan hatibû perwerdekirin. Di destpêka salên 2000î de Charlie veguherî baxçeyê ajalan ê neteweyî yê tenê yê welêt û di salên ku li wir derbas kirin de bû şahidê mirina çar fîlan. Yek ji van fîlan zaroka wî ya ku hê mehek jî tije nekiribû bû. Di sala 2019an de fikarên ku Charlie nîşaneyên stresê yên ku di ajalan ên dîl de pir tên dîtin nîşan dide hatin îfadekirin.

Weqfa EMS a ku parastina mafên ajalan dike, piştî gotûbêjên ku bi hikûmeta Afrîkaya Başûr re salan dom kirin, gihîştina azadiya Charlie pêk anî. Weqfê bi pêşkêşkirina delîlên zanistî yên ku nîşan didin ku fîl di baxçeyên ajalan de êşê dikişînin, karî hikûmetê qanih bike. Di daxuyaniya ku roja Sêşemê 20ê Tebaxê hatî dayîn de hat gotin ku Charlie piştî “rêwîtiyeke azadiyê ya çar saetî ya ku bêhnê diçikîne” gihîşt mala xwe ya nû.

Li ber deriyê jiyaneke nû

Mala nû ya Charlie, Herêma Parastinê ya Taybet a Shambala, xwedî qadeke 10 hezar hektarî ye û bi serkeftina xwe ya vegerandina ajalan bo jiyana xwezayî tê zanîn. Charlie li vir dê ji nêz ve ji aliyê bijîşkên ajalan û pisporên tevgerê ve bê şopandin. Weqfa EMS daxuyand, “Xeyala me ew e ku Charlie bi leza xwe, hînî fîlbûna ku divê her dem bûya bibe û di demeke nêzîk de tevlî civaka fîlan a li Shambala bibe û pê re bibe yek.”

Gef û metirsiyên li hemberî fîlên Afrîkayê

Li gorî Rêveberiya Parkên Afrîkaya Başûr SANParks, li welêt zêdetirî 25 hezar fîlên kûvî hene. Lê belê fîlên Afrîkayê bi gefên nêçîrvaniya bêqanûnî ya ji bo diranên wan re rû bi rû ne û her sal bi hezaran tên kuştin. Her wiha, windabûna jîngehê ya ji ber firehbûna niştecihbûna mirovan jî pirsgirêkeke din a girîng e ku fîl pê re rû bi rû dimînin. Azadkirina Charlie wek nîşaneya zêdebûna hişmendiyê ya li ser refahê memeliyên mezin ên ku di baxçeyên ajalan de tên girtin tê dîtin.

Çavkanî: BBC

Bize destek olun

Medyascope sizlerin sayesinde bağımsızlığını koruyor, sizlerin desteğiyle 50’den fazla çalışanı ile, Türkiye ve dünyada olup bitenleri sizlere aktarabiliyor. 

Bilgiye erişim ücretsiz olmalı. Bilgiye erişim eşit olmalı. Haberlerimiz herkese ulaşmalı. Bu yüzden bugün, Medyascope’a destek olmak için doğru zaman. İster az ister çok, her katkınız bizim için çok değerli. Bize destek olun, sizinle güçlenelim.