Yekîtiya Ewropayê (YE) ji bo Amed û navçeyên wê Erxenî û Farqînê 74 mîlyon euro terxan kir. Ev pere ji bo şeş projeyên girîng ên li herêma erdhejê hatine veqetandin.
Yekîtiya Ewropayê (YE) ji bo Amed û navçeyên wê Erxenî û Farqînê 74 mîlyon euro terxan kir. Ev pere ji bo şeş projeyên girîng ên li herêma erdhejê hatine veqetandin. Li gorî plansaziya Rêveberiya Têkiliyên Navneteweyî ya Banka Bajaran, belavkirina fondên ku YE’yê ji bo herêma erdhejê şandine û dê di kîjan projeyan de bên bikaranîn hate diyarkirin.
Li gorî nûçeya CEGA MEDYA’yê, ji fondên ku YE’yê ji bo herêma erdhejê şandine, 74 mîlyon euro ji bo Amed û navçeyên wê hatine veqetandin. Tê plankirin ku ev fond di sîstemên bingehîn ên Amed navend, Farqîn û Erxeniyê de bê bikaranîn. Pêşî dê proje bên amadekirin û paşê dê tender bê lidarxistin.
74 mîlyon euro dê di van projeyan de bên bikaranîn: Tora Ava Vexwarinê ya Erxeniyê, Tora Kanalizasyon û Ava Baranê ya Erxeniyê, Tora Kanalizasyon û Ava Baranê ya Farqînê, Tesîsa Paqijkirina Ava Qirêj a Erxeniyê, Tesîsa Paqijkirina Ava Qirêj a Farqînê, û Avakirina qonaxa duyem a Tesîsa Paqijkirina Ava Vexwarinê ya Amedê.
Çavkani: CEGA