Avahîsaziya Dêrsimê di nav 16 salan de: Pêşketin an xeter?

Li gorî nûçeya Caner Aktan ji Munzur Pressê, cudahiya di navbera wêneyên peykê yên sala 2008 û meha Tîrmehê ya 2024an de rewşa avahîsaziyê ya li Navenda Dêrsimê eşkere kir. Tê texmînkirin ku di nav 5 salan de li Taxa Ataturkê (Sihenk) dê cihê ku avahî lê bên avakirin nemîne.

Di salên dawî de Taxa Ataturkê ya navenda Dêrsimê (Sihenk) bi lez û bez ava dibe û vê yekê xwe li ser wêneyên peykê nîşan daye. Ferqa di navbera wêneyên peykê yên sala 2008an û meha Tîrmehê ya 2024an de rewşa avahîsaziyê ya li navenda Dêrsimê diyar kir. Cudahiya di navbera wêneyên peykê yên beriya avakirina Bendava Uzunçayirê û yên mehên borî de nîşan da ku avahîsazî çiqas bi lez pêş ketiye.

Pêşbîniyên ji bo Sihenkê

Tevî ku gelek parselên li Taxa Ataturkê di nav dozê de ne jî, pispor texmîn dikin ku di nav 5 salan de avahîsazî dê bigihîje rêjeya sedê 95. Tê gotin ku di heman demê de temenê aborî yê avahiyên pêşîn ên li wê herêmê dê temam bibe. Lê belê, tê diyarkirin ku divê avahiyên nû li hemberî afet û erdhêjan bi awayekî bihêz bên avakirin.

Plana Wezaretê ji bo Aktuluk û Çîçekliyê

Li gorî Plana Rêzkirina Hawîrdorê ya 1/100.000 a Wezareta Hawîrdor, Bajarvanî û Guherîna Îqlîmê ya ji bo Dersim, Meletî, Elazîz û Çewlîgê, hêla pêşveçûna Dersimê wekî rojava hatiye diyarkirin. Li gorî vê planê, piştî Taxa Ataturkê pêşveçûna bajêr dê ber bi herêma Aktuluk (Türüşmek) û Çîçekliyê ve be. Li gorî agahiyên ji Rêveberiya Îmarê ya Şaredariya Dêrsimê, tê gotin ku li şûna vekirina qadên nû yên avahîsaziyê, divê li qadên îmarê yên heyî avahiyên li hemberî afetan bihêz û li gorî prensîbên bajarvaniyê bên avakirin.

Xetera erdhêjê li Dêrsimê

Ji aliyê din ve, zanyarên erdnasiyê û pisporên erdhêjê diyar dikin ku Dêrsim bi xetereyeke mezin a erdhêjê re rû bi rû ye. Tê gotin ku li Dêrsimê nêzîkî 2 hezar û 500 avahî hene û sedê 60ê van avahiyan wekî bi xetereyeke bilind tên dîtin. Prof. Dr. Naci Görür ji bo xetera erdhêja 7 û jortir li Dêrsimê hişyarî dide, û bal dikişîne ser xetera ku di erdhêjeke muhtemel de riyên girêdanê yên di navbera navend û navçeyan de ji ber herikîna axê û ketina keviran dê bên girtin.

Çavkanî: Munzur Press

Bize destek olun

Medyascope sizlerin sayesinde bağımsızlığını koruyor, sizlerin desteğiyle 50’den fazla çalışanı ile, Türkiye ve dünyada olup bitenleri sizlere aktarabiliyor. 

Bilgiye erişim ücretsiz olmalı. Bilgiye erişim eşit olmalı. Haberlerimiz herkese ulaşmalı. Bu yüzden bugün, Medyascope’a destek olmak için doğru zaman. İster az ister çok, her katkınız bizim için çok değerli. Bize destek olun, sizinle güçlenelim.