Serokê berê yê DYA û namzetê Partiya Komarî Donald Trump û Cîgirê Serokê DYA û namzeta Partiya Demokrat Kamala Harris cara yekem di televîzyonê de rû bi rû hatin. Li DYA hemû çav li ser dueloya Trump-Harris bûn. Gelo ji vê minaqeşeyê çi di bîra me de ma? Kî di 90 deqîqeyên tijî sûcdarî û pevçûnan de pêşketî bû?
Kamala Harris û Donald Trump li National Constitution Center a bajarê Philadelphia bi mêvandariya ABC News hatin ba hev.
Pêşkêşvanên ABC Linsey Davis û David Muir moderatoriya weşana zindî kirin.
Diyar bû ku Harris ji bo nîqaşê amadekariyeke berfireh kiribû. Ew bi planekê derketibû qadê, dixwest lîstika Trump têk bibe.
Harris ji Trump re got ku rêberên cîhanê pê dikenin û jê re got “tu qels î”. Trump di dema nîqaşê de gelek caran ji kontrolê derket û derewan kir.
Di encama minaqeşeya 90 deqîqeyî de, derewên ku serokê berê Trump gotibûn û performansa baş a Harris di bîra mirovan de ma.
Trump ji Harris re got: “Marksîst, çepgira tundrew”
Di dema nîqaşê de Trump, wek li qada mitîngan, gelek caran Harris kir armanc.
Trump, Harris bi “çepgiriya tundrew” tawanbar kir û ji Harris re got “Marksîst”. Di hemû nîqaşê de Trump, ji ber ku ew xwedî siyasetên pêşverû ye li ser mijarên wek meyla zayendî, rexneya “çepgiriya tundrew” li Harris kir.
Trump balê kişand ser mijara çekdariya takekesî li welêt jî û îdîa kir ku Harris dijminê çekan e. Trump got ku eger ew bi ser bikeve dê çekê her kesî bigire, Harris bersiv da û got “Çekek min jî heye”.
Wek ku dihat hêvîkirin, Trump hewl da ku Harris li ser siyasetên koçberiyê bike armanc.
Medyascope'un günlük e-bülteni
Andaç'a abone olun
Editörlerimizin derlediği öngörüler, analizler, Türkiye’yi ve dünyayı şekillendiren haberler, Medyascope’un e-bülteni Andaç‘la her gün mail kutunuzda.
Eger em bibêjin ku nîqaş li ser sê sernavên sereke bû, em ê derewan nekin: Aborî, koçber û siyaseta derve.
Şerê li Ukraynayê: “Ez ê di cih de bidim sekinandin”
Trump, wek ku gelek caran berê gotibû, îdîa kir ku dikare şerê li Ukraynayê di cih de bide sekinandin.
Trump got ku ew hem Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin û hem jî Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy ji nêz ve nas dike û got “Berî ku ez li Ofîsa Oval rûnim ez ê şer bidim sekinandin”.
Harris di vê mijarê de bersiva Trump da û got “Putin dê te di firavînê de bixwe”.
Êrîşên Îsraîlê li ser Xezzeyê: Kê çi got?
Trump, Harris bi “dijminê Ereban” bûnê tawanbar kir. Trump îdîa kir ku eger Harris bê hilbijartin dê di demeke kurt de Îsraîl tune bibe û pêşniyar kir ku eger ew bibe serok dê li Xezeyê şer çênebe.
Harris tekez kir ku mafê Îsraîlê yê parastina xwe heye û careke din girîngiya agirbestê û peymana dîlan anî zimên. Harris eşkere kir ku ew li Xezeyê piştgiriya çareseriya du dewletan dike.
Kî ji bo aboriyê xwedî plan e?
Harris xwe wek parêzvanê çîna navîn a li DYA nîşan da û ji Trump re got “xweparêz”.
Harris di bersiva pirseke li ser aboriyê de li kameran nihêrî û got “Plana Trump ji bo we tune”.
Harris, ku xwe wek kesek ji malbateke çîna navîn bi nav kir, ji bo malbat û karûbarên biçûk dîtineke aborî ya ku kêmkirina bacê dihewîne pêşkêş kir. Harris rasterast bang li dengdaran kir û got “Plana Trump ji bo we tune ye, ji ber ku ew bêhtir bi parastina xwe re mijûl e, ne ku bi başiya we”.
Harris got, “Trump tenê ji milyarderan re baca wan kêm dike. Baca firotinê ya sedê 20 ku Trump ê bîne, dê bibe sedem ku her sal 4 hezar dolar ji berîka her malbatekê derkeve.” Trump li dijî van hevokan derket û diyar kir ku di nav planên wî de “baca firotinê tune ye û Harris jî vê yekê dizane”.
Kurtaj û nijada Harris
Yek ji mijarên herî girîng ên nîqaşê mafê kurtajê li DYA bû.
Donald Trump yek ji wan kesan e ku piştgiriya betalkirina biryara “Roe v. Wade” ya sala 1973’an dike ku bi destûrî mafê kurtajê li seranserê welêt misoger dike. Trump li ser wê baweriyê ye ku divê mafê kurtajê ji eyaletan re bê hiştin.
Trump di minaqeşeyê de îdîa kir ku li eyaletên ku Demokrat bi rê ve dibin di meha 9’an de kurtaj tê kirin û piştî kurtajê zarok tên kuştin. Moderator Linsey Davis got, “Li vî welatî tu eyalet tune ye ku kuştina zarokekî piştî jidayikbûnê qanûnî be.”
Harris bang li jinên ku di dema ducaniyê de rastî komplikasyonên cidî tên û li eyaletên ku kurtaj qedexe ye nikarin xizmeta kurtajê bistînin kir û got “Ev, heqareteke li jinên Amerîkî ye.”
Yek ji wan mijarên ku Trump pê zehmet bû jî li ser nijada Harris bû. Trump berê îdîa kiribû ku Harris ji bo hilbijartinê nijada xwe bi kar tîne û gotibû, “Ew her dem Hindî bû û tenê mîrateya Hindî teşwîq dikir. Berî çend salan ji nişka ve bû reşik. Ez nizanim. Gelo ew Hindî ye an reşik e?”
Li ser bîranîna vê yekê Trump got, “Ji bo min girîng nîne ka Harris çi ye” û hewl da ku mijarê biguheze.
Kî ji pirsgirêka koçberan berpirsiyar e?
Yek ji pirsgirêkên herî mezin ên DYA koçberên bêqanûnî ne.
Trump, wekî cîgirê serok JD Vance, îdîa kir ku koçberên Haîtiyî li bajarokê Springfield ê girêdayî eyaleta Ohio hewl didin ku heywanên malî yên xelkê herêmê bixwin. Li ser vê îdiayê moderatoran bîr anîn ku rayedarên herêmî gotine ku ji bo rewşeke wiha tu belge tune ne. Trump jî diyar kir ku “kesên li televîzyonê” vê yekê gotine û got “Em ê hîn bibin.”
Harris soz da ku eger ew bê hilbijartin dê hejmara parêzvanên sînor zêde bike û li dijî qaçaxçiyên mirovan biçe.
“Rojnamevanan gelek êrîşî min kirin”
Trump piştî minaqeşeyê çû odeya xwe û di daxuyaniya xwe ya ji rojnamegerên li holê re got ku moderator bi wî re “gelek bêedaletî” kir.
Trump, ku got ev nîqaş “performansa wî ya herî baş” bû, got “Harris hem di warê siyaseta derve de û hem jî di mijara ewlehiya sînor de gelek qels ma.”