Partiya DEM’ê ragihand ku ketilê Demîrtaş ya emekdar niha li Navenda Giştî ya partiyê ye. Wan got ku Demîrtaş yek ji herdu ketilên xwe yên xerabûyî diyarî jina xwe Başak Xanim kiriye û ya din jî wek bîranîn daye Navenda Giştî.
Ketilê elektrîkî ya Selahattin Demîrtaş, Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ku wî bi awayekî henek ragihandibû ku ew tweetên xwe ji ketilê dişîne, xerab bû. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEM) ragihand ku ketila xerabûyî hatiye anîn bo navenda giştî ya partiyê.
Sayın Demirtaş'ın emektar ketılı artık Genel Merkezimizde :)
Değerli arkadaşımız, bozulan iki ketılından birini sevgili eşi Başak Hanım’a, diğerini de hatıra olarak Genel Merkezimize hediye etti.
Sembolik anlamı bizim için de kıymetli olan bu hediyeden dolayı Sayın Demirtaş'a… pic.twitter.com/xwxQfqED4f— DEM Parti (@DEMGenelMerkezi) September 17, 2024
Partiya DEM’ê li ser X’ê wêneyên ketilê parve kir û wiha got:
“Ketila emekdar a Rêzdar Demîrtaş êdî li Navenda me ya Giştî ye :) Hevalê me yê hêja yek ji herdu ketilên xwe yên xerabûyî diyarî jina xwe ya delal Başak Xanim kir û ya din jî wek bîranîn da Navenda me ya Giştî. Em ji bo vê diyariya ku ji bo me jî xwedî wateyeke sembolîk e gelek spasiya Rêzdar Demîrtaş dikin, em hêvîdar in û li bendê ne ku ketila wî ya nû jî dê hêzê bide siyasetê.”
4- Odada twit bulunamadı doğal olarak. Çay için kettle vardı sadece, ondan da twit atılamayacağına kanaat getirildi.
— Selahattin Demirtaş (@hdpdemirtas) September 30, 2017
Ketila Yüksekdağ û Mater
Piştî ketila Demîrtaş, Figen Yüksekdağ jî ragihandibû ku ew “gihîştiye ketilê”. Piştre jî ketila Çiğdem Mater, ku li Girtîgeha Bakırköyê tê girtin ji ber doza Geziyê, demekê bû mijara rojevê. Hevalên wê dest bi kampanyaya “Tu jî bi Çiğdem Mater re Ketil bike!” kiribûn. Meraq e ka ketila li Bakırköyê kengî dê serbest bibe.