Hikûmet dixwaze pergala rêveberiya baroyan biguherîne û îro pêşnûmaya ku dê çawçoweya vê guherînê diyar bike li Meclîs tê nîqaşkirin. Li gorî pêşnûmayê wê li bajarên mezin, ji yekê zêdetir baro bên damezirandin. Li gel vê yekê, piraniya baroyên Tirkiyê li dijî pêşnûmayê derdikevin û çalakiyan li dar dixin.
Me îro bi weşanek taybet bi Sekreterê Giştî yê Baroya Mêrdînê Parêzer Sezgin Dinç re li ser guhertina pergala baroyan û pêvajoya dawî axaft.
Parêzer Dinç hûrgiliyên guherîna nû anîn zimên û diyar kir ku bandorek zêde li ser baroyên piçûk çênabe. Dinç got hikûmet dixwaze bi vê hewla xwe baroyan lawaz û bêdeng bike.