Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di 25ê Gulana 2020an de, polîsê bi navê Derek Chauvin çonga xwe dana ser stuyê welatiyê reş ê bi navê George Floyd û bû sedema mirina wî. Piştî Floyd hat kuştin, li seranserê DYA’yê li dijî nijadperestiyê û şideta polîsan xwepêşandanan dest pê kir û gel daket kolanan.
Me bi lêkolîner Rûken Işikê ya ku li Washington DC’yê dije re li ser rewşa dawî, tevgera Jiyana Reşan Girîng e (Black Lives Matter) û pêşeroja xwepêşandanan axift. Işikê bal kişand ku ewên di çarçoweya xwepêşandanan de derdikevin kolanan piranî spî ne û temenê wan piçûk e û her wiha diyar kir ku tevgera Jiyana Reşan Girîng e jî serê ewil ji aliyê jinan ve hat destpêkirin.
Işikê di weşanê de qala bandora virûsa koronayê û gotinên serokê DYAyê Donald Trump ya li ser xwepêşandanan jî kir û fikrên xwe yên di derbarê pêşeroja xwepêşandanan de anî zimên.