Gengeşeya hişyariyên trafîkê yên Kurdî berdewam dike: Bersiveke animasyonî hat

Piştî ku şaredariyên DEM Partiyê hişyariyên Kurdî li trafîkê zêde kirin, alozî berdewam dike. Fîlmeke animasyonî ya Kurdî ku li medyaya civakî hatiye parvekirin, wateyên van hişyariyan bi awayekî dîtbarî nîşan dide.

Li bajarên ku ji aliyê Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) ve tên birêvebirin, zêdekirina gotinên Kurdî li ser levheyên hişyariyên trafîkê ji aliyê şaredariyan ve bû sedema gengeşeyê. Ji meha Hezîranê ve, di navbera şaredarî û walîtiyên li Van, Siirt, Amed, Mêrdîn û gelek bajarên din ên herêmê de aloziyeke li ser hişyariyên trafîkê yên Kurdî heye.

Bi taybetî bûyerên wek jinûvevedana nivîsên ku bi amadebûna polîsan hatibûn tahrîbkirin ji aliyê welatiyên Batmanê ve û nivîsandina dirûşmeyên neteweperest li ser nivîsên Kurdî yên ku xwendekarekî lîseyê li Wanê tahrîb kiribû, nîşan dan ku mijar gihîştiye xaleke çiqas hestiyar.

Li ser van pêşveçûnan, di rojên borî de 15 baroyan heremê bi hev re daxuyaniyek dan û gotin ku helwesta walîtiyan divê wek “nîşaneya bêtehemuliya li hemberî Kurdî” bê xwendin.

Di dema ku ev alozî di navbera şaredarî û walîtiyan de li herêmê berdewam dike, roja În, 2’yê Tebaxê, parvekirineke balkêş li medyaya civakî hat kirin. Bikarhênerek bi navê “yirmibirtv” li ser X’ê fîlmeke animasyonî ya Kurdî ku wateyên nivîsên hişyariyên trafîkê rave dike, belav kir.

Medyascope'u destekle. Medyascope'a abone ol.

Medyascope’u senin desteğin ayakta tutuyor. Hiçbir patronun, siyasi çıkarın güdümünde değiliz; hangi haberi yapacağımıza biz karar veriyoruz. Tıklanma uğruna değil, kamu yararına çalışıyoruz. Bağımsız gazeteciliğin sürmesi, sitenin açık kalması ve herkesin doğru bilgiye erişebilmesi senin desteğinle mümkün.

Animasyon, bi dîtbarîkirina wateyên hişyariyên trafîkê yên Kurdî, armanc dike ku jiyana rojane ya herêmê hêsantir bike.