Wezîrê Karên Derve Hakan Fidan, li Dohayê bi Xalid Meşal re hevdîtin pêk anî, yê ku tê texmînkirin ku bibe serokê nû yê Hemasê. Fidan, sersaxiya xwe pêşkêşî Meşal kir.
Wezîrê Karên Derve Hakan Fidan, çû Dohayê, paytexta Qeterê, da ku beşdarî merasîma cenazeyê Îsmaîl Heniyeyê Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê bibe, yê ku di encama suîkastekê de jiyana xwe ji dest da.
Fidan, li Dohayê bi Xalid Meşal re hevdîtin pêk anî, yê ku tê texmînkirin ku bibe serokê nû yê Hemasê. Fidan, sersaxiya xwe pêşkêşî Meşal kir.
Di hevdîtinê de du kurên Heniyeyê, Ebduselam û Hemmam jî amade bûn.
Bakanımız @HakanFidan, Doha’da Hamas Siyasi Büro Başkan Vekili Halid Meşal’e taziyelerini iletti.
— T.C. Dışişleri Bakanlığı (@TC_Disisleri) August 2, 2024
Görüşmede Şehit İsmail Haniye’nin oğullarından Abdüsselam ve Hemmam da hazır bulundu. pic.twitter.com/pAF83DNjMa
Çi qewimîbû?
Medyascope'u destekle. Medyascope'a abone ol.
Medyascope’u senin desteğin ayakta tutuyor. Hiçbir patronun, siyasi çıkarın güdümünde değiliz; hangi haberi yapacağımıza biz karar veriyoruz. Tıklanma uğruna değil, kamu yararına çalışıyoruz. Bağımsız gazeteciliğin sürmesi, sitenin açık kalması ve herkesin doğru bilgiye erişebilmesi senin desteğinle mümkün.
Hemû cîhan, roja 31’ê Tîrmehê bi şoka kuştina Îsmaîl Heniyeyê Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê dest bi rojê kiribû, yê ku di encama êrîşeke hewayî ya ji aliyê Îsraîlê ve li ser mala wî ya li Îranê hatibû pêk anîn.
Piştî mirina Heniyeyê, tê payîn ku Xalid Meşal dê cihê wî bigire.
Xalid Meşal, ku di sala 1956’an de li Rojavayê Şerîayê Filistînê hatiye dinyayê, yek ji damezrînerên Hemasê ye. Dema ku 15 salî bû, tevlî Îxwanul Muslimîn bûye. Beriya ku demeke dirêj bi navê Hemasê li derveyî welat çalakiyên lobiyê bike, wek mamoste li dibistanekê xebitiye. Beşeke mezin a jiyana xwe li derveyî axa Filistînê derbas kiriye.