Rêberê Hamasê Heniye, ku di êrîşeke suîkastê de li Tehranê hat kuştin, îro li paytexta Qeterê, Dohayê hat veşartin. Serokê Meclîsa Neteweyî ya Turkiyê Numan Kurtulmuş, Cîgirê Serokomar Cevdet Yilmaz û Wezîrê Karên Derve Hakan Fidan ji bo beşdarbûna merasîma cenazeyê li Dohayê ne.
Termê Heniye, ku li paytexta Îranê Tehranê bûbû qurbana suîkastê, duh êvarê (Pêncşem, 1’ê Tebaxê) ji Tehranê hat anîn Qeterê û îro li Mizgefta Îmam Mihemed bin Ebdulwehab merasîma cenazeyê hat lidarxistin.
Nimêja cenazeyê ji aliyê Serokê Giştî yê Yekîtiya Zanayên Misilman ên Cîhanê Elî Mihyîddîn el-Qeredaxî ve hat kirin û tê de Mîrê Qeterê Şêx Temîm bin Hemed Al Sanî, Serokê Meclîsa Neteweyî ya Turkiyê Numan Kurtulmuş, Cîgirê Serokomar Cevdet Yilmaz, Wezîrê Karên Derve Hakan Fidan, Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin, nûnerên partiyên siyasî û parlamenter beşdar bûn. Tê dîtin ku ji gelek welatên misilman ên din jî beşdarî li merasîma cenazeyê çêbû.
Di merasîma cenazeyê de ku gelek rayedar beşdar bûn, Cîgirê Serokê Buroya Siyasî ya Hamasê Xalid Meşel û Serokê Giştî yê Yekîtiya Zanayên Misilman ên Cîhanê Elî Mihyîddîn el-Qeredaxî axaftin kirin.
Piştî merasîmê, bi dirûşmên dijî Îsraîlê, dua û tekbîran termê Heniye hat oxirkirin û li goristana bajarê Lusail, ku 15 kîlometre li bakurê Dohayê ye, hat veşartin.
Medyascope'u destekle. Medyascope'a abone ol.
Medyascope’u senin desteğin ayakta tutuyor. Hiçbir patronun, siyasi çıkarın güdümünde değiliz; hangi haberi yapacağımıza biz karar veriyoruz. Tıklanma uğruna değil, kamu yararına çalışıyoruz. Bağımsız gazeteciliğin sürmesi, sitenin açık kalması ve herkesin doğru bilgiye erişebilmesi senin desteğinle mümkün.
Kurtulmuş, li wir bi Hakan Fidan, Numan Kurtulmuş û Cevdet Yilmaz re hevdîtin bi Xalid Meşel, kurê Heniye û neviyên wî re kir û sersaxiyên xwe pêşkêş kirin.