Li Munzurê atolyeya tenbûrê: Ji çar aliyên cîhanê beşdar hatin

Li gorî nûçeya Duygu Kit a ji Gazeteduvarê, atolyeya Tenbûrxaneyê cara duyemîn li Dêrsimê bi beşdarên ji gelek welatên cuda re pêk hat. Muzîsyen û damezrînerê Tenbûrxaneyê Cemîl Qoçgirî got, “Em hewl didin ku kilamên berê vejînin û bijî bikin.”

Tenbûr; li Dêrsim, Qoçgirî, Mereş û Îranê di serî de, ji demên berê ve wek amûreke kevnar hezaran stran û berheman sax dike û didomîne.

Tenbûrxaneya ku di sala 2010an de ji aliyê Cemîl Qoçgirî ve hatiye avakirin, ji sala 2018an ve bi xebatên navneteweyî li gelek welatên cîhanê dest bi lidarxistina atolyeyan kir. Tenbûrxaneya ku bi rêveberiya Cemîl Qoçgirî û Eda Tanses tê birêvebirin, cara duyemîn li Dêrsimê bû.

Ji bo atolyeya tenbûrê ya li qeraxa Çemê Munzurê li Pulurê hatî lidarxistin, ji gelek welatan beşdarî çêbû.

Ji bo gihîştina vîdyoya çalakiyê bitikînin

Medyascope'u destekle. Medyascope'a abone ol.

Medyascope’u senin desteğin ayakta tutuyor. Hiçbir patronun, siyasi çıkarın güdümünde değiliz; hangi haberi yapacağımıza biz karar veriyoruz. Tıklanma uğruna değil, kamu yararına çalışıyoruz. Bağımsız gazeteciliğin sürmesi, sitenin açık kalması ve herkesin doğru bilgiye erişebilmesi senin desteğinle mümkün.