Li Amedê 5 kesên ku govend girtibûn hatin binçavkirin

Li Amedê pênc kes ku tê îdîakirin dema govend digirtin dirûşmeyên li aliyê Abdullah Ocalan ê rêberê PKKê didan, hatin binçavkirin. Walîtiya Amedê ragihand ku operasyon berdewam e û biryara binçavkirina du kesên gumanbar ên din jî heye.

Midûriyeta Emniyeta Amedê li hemberî kesên ku tê îdiakirin li Amedê govend girtine û dirûşmeyên li ser navê PKK û Abdullah Ocalan avêtine, operasyonek li dar xist.


Walîtiya Diyarbekirê daxuyand ku hêzên Fermandariya Cendirmetiya Amedê li navçeya Dîclê dest bi operasyonekê kirine ji bo girtina heft kesên tê îdiakirin ku govend girtine û dirûşme avêtine. Hat ragihandin ku di operasyonê de pênc kes hatine binçavkirin û xebatên girtina du kesan berdewam in.


Pênc kes şandin dozgeriyê

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di lêgerîna li malên kesên hatîye binçavkirîn de çekek nêçîrê ya bêdestûr û gelek amûrên dîjîtal hatine bidestxistin. Kesên binçavkirî, ji bo temamkirina karûbarên dadî hatin şandin Serdozgeriya Komarê ya Amedê.

Medyascope'u destekle. Medyascope'a abone ol.

Medyascope’u senin desteğin ayakta tutuyor. Hiçbir patronun, siyasi çıkarın güdümünde değiliz; hangi haberi yapacağımıza biz karar veriyoruz. Tıklanma uğruna değil, kamu yararına çalışıyoruz. Bağımsız gazeteciliğin sürmesi, sitenin açık kalması ve herkesin doğru bilgiye erişebilmesi senin desteğinle mümkün.

ÇAVKANÎ: ANKA