Cîgira Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û namzeda Partiya Demokrat Kamala Harris, Waliyê Minnesotayê Tim Walz (60 salî) wek namzedê cîgirê serok hilbijart. Harris û Walz dê beşdarî heft mîtîngan bibin ku li dewletên ku tê payîn pêşbaziya wan tund be, werin lidarxistin. Gelo Tim Walz kî ye? Siyasetên ku ew diparêze çi ne?
Cîgira Serokê DYA û namzeda serokatiyê ya Partiya Demokrat Kamala Harris, Waliyê Minnesotayê yê 60 salî Tim Walz wek namzedê cîgirê serok destnîşan kir.
Harris ji bo xwe û Walz fîlmek kampanyayê şîrove kir.
Her du kes dê di saetên êvarê de li Philadelphiayê mîtîngekê pêk bînin.
Harris û Walz, piştî Philadelphiayê, dê li dewletên Wisconsin, Michigan, Karolînaya Bakur, Georgia û Arizonayê mîtîngan pêk bînin û di 10ê Tebaxê de li Las Vegasê çalakiyek kampanyayê were lidarxistin.
Serokê berê yê DYA û namzedê serokatiyê yê Partiya Komarî Donald Trump, Senatorê Ohioyê James David (JD) Vance (39 salî) wek namzedê cîgirê serok hilbijartibû.
Tim Walz kî ye?
Medyascope'u destekle. Medyascope'a abone ol.
Medyascope’u senin desteğin ayakta tutuyor. Hiçbir patronun, siyasi çıkarın güdümünde değiliz; hangi haberi yapacağımıza biz karar veriyoruz. Tıklanma uğruna değil, kamu yararına çalışıyoruz. Bağımsız gazeteciliğin sürmesi, sitenin açık kalması ve herkesin doğru bilgiye erişebilmesi senin desteğinle mümkün.
Tim Walz, ku beriya ku di sala 2019an de bibe Waliyê Minnesotayê 12 salan di Kongreyê de xizmet kiribû, bi gotina “weird (ecêb)” ji bo Donald Trump û JD Vance bala hemûyan kişand ser xwe. Piştre, “weird” bû yek ji peyvên herî zêde tê bikaranîn di polemîkên siyasî yên DYA de.
Walz di 6ê Nîsana 1964an de li bajarokekî biçûk ê Nebraskayê hatiye dinyayê û mezin bûye. Ew pêşî li Çînê, piştre li Nebraskayê û di dawiyê de li Minnesotayê, ku wî dersên erdnîgariyê dida û koçtiya tîma futbolê dikir, wek mamoste xebitiye. Ji ber ku ew ji gundan tê û siyasetmedarek e ku çîna karkeran baş nas dike, ew wek navek balkêş tê dîtin ji bo Demokratan.
Beriya ku Demokrat li seranserê welêt dest bi têkoşîna mafên homoseksuelan bikin, di sala 1999an de, wî ji bo mafên homoseksuelan xebitibû; li dibistana ku lê dixebitî şêwirmendî kiribû. Walz sembolek bû ku nîşan dida mirovên ji cîhanên cuda dikarin bi aştî bi hev re bijîn.