Tiştên ku divê hûn îro jê agahdar bin (12yê Tebaxê 2024)

Edîtorên Medyascope ji Tirkiyeyê heta cîhanê nûçeyên girîng ên rojê ji bo we berhev kirin.

Li navçeya Silopiya Şirnexê, li herêma Siyahkayê ya Bajarokê Çalişkanê, di dema derbasbûna du wesayitan de teqînek çêbû. Di encama teqînê de kesek jiyana xwe ji dest da û 7 kes birîndar bûn.

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, di hevpeyvîna xwe ya bi Ferît Aslan re ji Medyascopeyê, got ku qedexeya derketina derveyî welat, ji bo welatekî ku îddia dike bi normên demokratîk û bi hiqûqê tê birêvebirin, herî kêm bi gotina “şermeke vê demê” ye. 

Werzişvanê 20 salî yê Kurd Arian Salimi, ji bajarê Kirmaşanê yê Rojhilatê Kurdistanê, di Lîstikên Olîmpîk ên Havînê yên Parîs 2024’an de di kategoriya tekvandoyê ya +80 kîloyî de medalyaya zêrîn bi dest xist.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, parêzer Fadil Tay, ku serdana Girtîgeha Tîpa T ya Girtî ya Şirnexê kiriye, ragihand ku qedexe li ser girtiyên ku bi malbatên xwe re bi kurdî diaxivin û di hevdîtinan de endamên malbatê hembêz dikin, hatiye ferzkirin. Tay diyar kir ku ev sepandin bîranînên salên 1990î tîne bîra mirovan.

Di maça yekem a sezonê de, Amedspor û Fatîh Karagümrük bê gol wekhev man. Lîstika bêcoş û bêheyecan bû sedem ku temaşevan ji stadyûmê bêkêf derkevin.

Wezîrê Berevaniya Neteweyî Yaşar Güler, mercên vekişîna Tirkiyeyê ji Sûriyeyê eşkere kir. Wî got ku di çarçoveya gavên asayîkirinê yên di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de hatine avêtin de, “hevdîtinek di asta wezîran de” dikare pêk were. Güler diyar kir ku heta ku destûrek nû neyê çêkirin û hilbijartin li Sûriyeyê neyên lidarxistin, ew naxwazin vekişîna leşkerên tirk ji herêmê munaqeşe bikin.

Bize destek olun

Medyascope sizlerin sayesinde bağımsızlığını koruyor, sizlerin desteğiyle 50’den fazla çalışanı ile, Türkiye ve dünyada olup bitenleri sizlere aktarabiliyor. 

Bilgiye erişim ücretsiz olmalı. Bilgiye erişim eşit olmalı. Haberlerimiz herkese ulaşmalı. Bu yüzden bugün, Medyascope’a destek olmak için doğru zaman. İster az ister çok, her katkınız bizim için çok değerli. Bize destek olun, sizinle güçlenelim.