Bihuşta spî: Travertênên Wanê dibin navenda turîzmê

Travertênên Wanê yên ku wek “bihuşta veşartî” tên zanîn, bi xebatên rêsaziyê yên nû ve êdî ji bo geştiyaran vekirî ne. Ev xwezaya balkêş a ku salên dirêj hatiye îhmal kirin, niha dê bibe navenda turîzmê.

Li navçeya Başkalê ya Wanê travertên hene ku mîna Pamukkaleyê ne û ev cihê xwezayî yê balkêş, ji ber zehmetiya gihîştinê demeke dirêj veşartî mabû. Li gorî nûçeya Zelal Sahidenur Sari ya ji Artî Gerçekê, Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji bo guherandina vê rewşê gaveke girîng avêt.

Rêya ku di dema qeyûman de hatibû ihmal kirin

Travertên 35 kîlometre dûrî navenda navçeya Başkalê û 153 kîlometre dûrî navenda bajêr in. Di dema rêveberiya qeyûman de, bi hinceta “ewlehiyê” 8 salan rê nehatibû çêkirin. Ev rewş bûbû sedem ku potansiyela turîzmê ya herêmê neyê nirxandin.

Şaredariyê dest bi xebatê kir

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, bi hevkariya Şaredariya Başkalê, rêya ku diçe travertenan temam kir. Ev gav, wek gava yekem û herî girîng a ji bo vekirina herêmê ji bo turîzmê tê dîtin.

Endamê Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Hevidar Bayer, di daxuyaniya xwe wiha got: “Travertên xwezayeke balkêş in ku ji çavkaniyên avên germav çêbûne. Li gel bedewiya xwezayî, ji bo tenduristiyê jî gelek bi feyde ne. Hebûna vê bedewiya xwezayî li navçeya me, di rastiyê de nîşan dide ku em herêmeke geştiyarî ne.”

Potansiyela turîzmê bilind e

Bayer diyar kir ku piştî temambûna xebatên rêsaziyê, ji xelkê herêmê bertek û nirxandinên erênî wergirtine. Wî got: “Ev der divê ji turîzmê re bê qezenc kirin. Ji aliyê turîzmê ve herêmek e ku ji bo veberhênanê jî vekirî ye. Xebata rêsaziyê, her çiqas gava yekem be jî, xebateke gelek girîng bû. Ev xwezaya balkêş, bi xebata rêsaziyê êdî hêsantir e ku mirov bigihîjê. Tu pirsgirêka ewlehiyê jî tune ye.”

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, bi vê xebatê armanc dike ku her sal bi hezaran geştiyarên navxweyî û biyanî serdana travertênên Başkalê bikin. Berpirsiyarên şaredariyê diyar kirin ku dê xebatên pêwîst bidomînin da ku Wan bibe cihekî balkêş ji aliyê turîzmê ve.

Bize destek olun

Medyascope sizlerin sayesinde bağımsızlığını koruyor, sizlerin desteğiyle 50’den fazla çalışanı ile, Türkiye ve dünyada olup bitenleri sizlere aktarabiliyor. 

Bilgiye erişim ücretsiz olmalı. Bilgiye erişim eşit olmalı. Haberlerimiz herkese ulaşmalı. Bu yüzden bugün, Medyascope’a destek olmak için doğru zaman. İster az ister çok, her katkınız bizim için çok değerli. Bize destek olun, sizinle güçlenelim.