Edîtorên Medyascope ji Tirkiyeyê heta cîhanê nûçeyên girîng ên rojê ji bo we berhev kirin.
Tariq Ziya Ekîncî, nivîskar û siyasetmedarê navdar ê kurd, parlamenterê berê yê TÎP û endamê Desteya Bilind a Rûmetê ya Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB), koça dawî kir.
Plana Çalakiyê ya Parastina Newala Gola Wanê û Civîna Nirxandinê li navçeya Xelatê ya Bedlîsê hat lidarxistin. Şaredariyên DEM’ê ji civînê hatin dûrxistin. Hevseroka Şaredariya Mezin a Wanê Neslîhan Şedal, di civîna meclîsa meha Tebaxê de axivî û bertek nîşan da.
Travertênên Wanê yên ku wek “bihuşta veşartî” tên zanîn, bi xebatên rêsaziyê yên nû ve êdî ji bo geştiyaran vekirî ne. Ev xwezaya balkêş a ku salên dirêj hatiye îhmal kirin, niha dê bibe navenda turîzmê.
Serokê Dewleta Filîstînê Mehmûd Ebas, di axaftina xwe ya li TBMM’ê de ragihand ku ew ê here Xezzeyê ya ku di bin êrîşên Îsraîlê de ye. Wî got: “Jiyana me ne hêjatir e ji jiyana zarokekî li Xezzeyê. An serkeftin an şehadet”