Edîtorên Medyascope ji Tirkiyeyê heta cîhanê nûçeyên girîng ên rojê ji bo we berhev kirin.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ji ber belavbûna lezgîn a cureyeke nû ya vîrûsa gula meymûnê (mpox) li Afrîkayê, rewşa “lezgîn a global” îlan kir. Li Komara Demokratîk a Kongoyê zêdetirî 13 hezar û 700 bûyer û 450 mirin hatin tomarkirin, û vîrûs derbasî derveyî parzemînê bû. Gelo piştî Afrîkayê vîrûsa gula meymûnê li kîjan welatan hate dîtin?
Di civîna taybet a li ser rewşa Can Atalay de, piştî axaftina Ahmet Şik alozî derket. Parlamenterê AK Partiyê êrîşî Şik kir û di encama pevçûnê de Gulîstan Kiliç Koçyigit jî birîndar bû.
Li navçeya Bozova ya Rihayê, Vedat Akbaş ê 17 salî û Îbrahîm Çîftçî yê 31 salî, dema ku ji bo hênikbûnê ketibûn Gola Bendava Atatürkê, xeniqîn û jiyana xwe ji dest dan.
Di balafira AJetê de ku ji Şirnexê ber bi Balafirgeha Sabîha Gokçen a Stenbolê ve diçû, zarokekî 5 salî epilepsî derbas kir. Ekîba kabînê mudaxeleya pêşîn li zarok kir. Balafir mecbûr ma li Balafirgeha Qeyseriyê daket.
Li bajarê Hemayê yê Sûriyeyê du erdhejên bi hêza 5,2 û 4,2yan di navbera sê deqîqeyan de çêbûn. Li gor Walîtiya Hatayê, di lêkolînên pêşîn de tu rewşeke neyînî nehatiye dîtin.