Li Batmanê, pîkapek ku malbatekê dibir dawetê li Mêrdînê û kamyonetek li hev ketin. Di qezayê de 4 kesên ji heman malbatê jiyana xwe ji dest dan, kesek birîndar bû.
Li ser rêya Batman-Qoserê, li herêma Devecikê, li beşa ku rê dikeve şerîta yekane, pîkapek bi plakaya 06 FC 6240 û kamyonetek bi plakaya 23 BF 009 ji bin kontrola ajotvanên xwe derketin û serî bi serî li hev ketin. Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, agirkuj û hêzên ewlehiyê şandin cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê di kontrolên xwe de diyar kirin ku Medenî Îba, Remziye Îba, Neslîhan Îba û Mensûre Guler ên ji eynî malbatê ku di pîkapê de bûn jiyana xwe ji dest dane û ajotvana kamyonetê jî giran birîndar bûye.
Cenaze, ji bo otopsiyê şandin morgxaneya Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Batmanê, birîndar jî li nexweşxaneyê hat dermankirinê.
Hat zanîn ku kesên jiyana xwe ji dest dane ji navçeya Farqînê ya Amedê diçûn dawetekê li Mêrdînê.
Medyascope'u destekle. Medyascope'a abone ol.
Medyascope’u senin desteğin ayakta tutuyor. Hiçbir patronun, siyasi çıkarın güdümünde değiliz; hangi haberi yapacağımıza biz karar veriyoruz. Tıklanma uğruna değil, kamu yararına çalışıyoruz. Bağımsız gazeteciliğin sürmesi, sitenin açık kalması ve herkesin doğru bilgiye erişebilmesi senin desteğinle mümkün.
Lêpirsîn derbarê qezayê de berdewam dike.