Aboriya Îsraîlê di bin barê giran ê şer de ye

Şerê ku Îsraîlê 10 meh e li Xezzeyê berdewam dike û aloziyên jeopolîtîk ên zêde dibin, aboriya Îsrailê kûr dihejînin. Fitch Ratings notê krediyê yê Îsraîlê daxist. Mezinbûna aborî ya Îsraîlê bi awayekî cidî hêdî bûye. Lêçûnên leşkerî yên zêde jî li ser bûdçeyê zext çêdikin.

Aboriya Îsraîlê ji ber şerê li Xezzeyê û aloziyên zêde yên herêmî di nav ezmûneke cidî re derbas dibe. Fitch Ratings, hefteya borî notê krediyê yê Îsraîlê ji A+ daxist A yê. Vê yekê bala mirovan kişand ser xerabûna rewşa aborî ya Îsrailê.

Fitch di biryara daxistina notê de berdewamiya şerê li Xezzeyê û xetereyên jeopolîtîk ên zêde bûne wek sedemên sereke nîşan da. Her wiha, Fitch rewşa Îsraîlê wek “negatîf” parast. Ev jî nîşan dide ku di pêşerojê de dibe ku careke din not bê daxistin.

Lêçûna şer dikare bigihîje 55 milyar dolarî

Bandorên şer li ser aboriya Îsraîlê ne tenê bi notê krediyê ve sînordar in. Li gorî texmînên Banka Navendî ya Îsraîlê, di navbera salên 2023-2025’an de lêçûnên têkildarî şer dikarin bigihîjin 55,6 milyar dolarî. Tê payîn ku ev miqdarê mezin bi zêdekirina deynê giştî û kêmkirina bûdçeyê bê dabînkirin.

Li aliyê din, li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Îsraîlê, mezinbûna aborî ya Îsrailê bi awayekî cidî hêdî bûye. Di nîvê yekem ê 2024’an de aborî li gorî salê bi rêjeya %2,5 mezin bûye. Lê di heman demê de sala borî aborî bi rêjeya %4,5 mezin bûbû.

FILE PHOTO: People walk into Jerusalem’s Old City via Jaffa Gate, as the conflict wreaks havoc across the tourism sector October 11, 2023. REUTERS/Sinan Abu Mayzer

Çandinî û avahîsazî herî zêde bandor bûne

Bi destpêkirina şer re, di gelek beşên aboriya Îsraîlê de kêmbûnên cidî pêk hatin. Di çarîka dawî ya 2023’an û hefteyên destpêkê yên şer de, hilberîna hundir a brût (GDP) a Îsrailê li gorî salê bi rêjeya %20,7 kêm bû.

Li pişt vê daketina tûj de kêmbûna %27 di xerckirin a taybet de, daketina di îxracatê de û kêmkirina veberhênanên şirketan heye. Her çiqas di destpêka salê de xerckirin a malan hinekî xwe da hev jî, ev candarî kurt dom kir û hêdîbûna di aboriyê de berdewam kir.

Her wiha, sînorkirinên li ser tevgera karkerên Filistînî bû sedema windabûna dora 160 hezar karkeran. Vê rewşê, bi taybetî di beşên avahîsazî û çandiniyê de bû sedema kêmasiyên cidî yên hêza kar.

Lêçûnên leşkerî yên gihîştine asta herî bilind zext li ser aboriyê çêdikin

Lêçûnên leşkerî yên hikûmeta Îsraîlê yên zêde dibin jî zexteke mezin li ser aboriyê çêdikin. Li gorî Elliot Garside, şirovekarê Rojhilata Navîn ê Oxford Economics, di sê mehên dawî yên 2023’an de lêçûnên leşkerî li gorî heman demê sala berê %93 zêde bûn.

Garside dibêje, “Di 2024’an de daneyên mehane nîşan didin ku lêçûnên leşkerî wê nêzî du qatê sala berê bin.” Beşeke mezin a vê zêdebûnê wê ji bo meaşên leşkerên rezerv, cebilxaneyên topxaneyê û pergala parastinê ya Qubeya Hesinî ya Îsraîlê bê bikaranîn.

Garside diyar dike ku ev lêçûn bi piranî bi rêya deynê hundir tên fînansekirin. Ew dibêje ku piştî şer dibe ku di xalên din ên bûdçeyê de wek tenduristî û perwerdehiyê kêmkirin bên kirin.

Xetereyên jeopolîtîk û gefa şerê herêmî wêneyeke reşbîn a pêşerojê xêz dikin

Xuya ye ku pêşeroja aborî ya Îsraîlê bi pêşketinên jeopolîtîk ên herêmê û pêşveçûna şer ve girêdayî ye. Fitch hişyarî da ku “dibe ku pevçûn li Xezeyê heta 2025’an berdewam bike û xetereyên belavbûna wê bo eniyên din hene.”

Zêdebûna aloziyên di navbera Îsraîl û Îranê de û pevçûnên bi Hizbullahê re li sînorê Lubnanê, îhtîmala şereke herêmî zêde dike. Profesorê aboriyê yê Îsraîlî Omer Moav ji Zanîngeha Warwick dibêje ku şereke berfireh wê “ji bo Îsraîlê bibe sedema lêçûnên bilind û kêmasiyên mezintir.”

Moav tekez dike ku şereke dirêj wê profîla deynê Îsraîlê qels bike. Her wiha, ew ê bibe sedema “lêçûnên din” jî wek kêmasiyên hêza kar û zirarên li jêrxaneyê. Ew dibêje ku ev yek dê îhtîmala danîna ambargoyên navneteweyî li ser Îsraîlê jî zêde bike.

Çavkani: Al Jazeera

Bize destek olun

Medyascope sizlerin sayesinde bağımsızlığını koruyor, sizlerin desteğiyle 50’den fazla çalışanı ile, Türkiye ve dünyada olup bitenleri sizlere aktarabiliyor. 

Bilgiye erişim ücretsiz olmalı. Bilgiye erişim eşit olmalı. Haberlerimiz herkese ulaşmalı. Bu yüzden bugün, Medyascope’a destek olmak için doğru zaman. İster az ister çok, her katkınız bizim için çok değerli. Bize destek olun, sizinle güçlenelim.