Edîtorên Medyascope ji Tirkiyeyê heta cîhanê nûçeyên girîng ên rojê ji bo we berhev kirin.
Yekîtiya Ewropayê (YE) ji bo Amed û navçeyên wê Erxenî û Farqînê 74 mîlyon euro terxan kir. Ev pere ji bo şeş projeyên girîng ên li herêma erdhejê hatine veqetandin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, li Westan a Wanê, jinên karker di nav mercên dijwar de têdikoşin. Di germahiya zêde de, ev jin 12 saetan li zeviyê dixebitin, lê tenê 600 TL rojane werdigirin. Gelek ji van jinan ji bo perwerdehiya zarokên xwe an jî ji bo alîkariya malbatê vî karî dikin.
Peymana ewlekarî û hevkariya leşkerî ya di navbera Tirkiye û Iraqê de ku hatiye îmzekirin, wek destpêka serdemeke nû di têkiliyên her du welatan de tê nirxandin. Lê belê, li ser naveroka peymanê û îmkana tetbîqkirina wê, nêrînên cuda derdikevin holê.
Şerê ku Îsraîlê 10 meh e li Xezzeyê berdewam dike û aloziyên jeopolîtîk ên zêde dibin, aboriya Îsrailê kûr dihejînin. Fitch Ratings notê krediyê yê Îsraîlê daxist. Mezinbûna aborî ya Îsraîlê bi awayekî cidî hêdî bûye. Lêçûnên leşkerî yên zêde jî li ser bûdçeyê zext çêdikin.