Ji şerê cîhanê heta îro: Dersim di nav 120 wêneyan de

Li Meydana Seyid Riza wêneyên Dersimê yên dîrokî hatin pêşandan. Pêşangeh bala gelek kesan kişand. Ji Şerê Cîhanê yê Yekem heta îro gelek bûyer tên dîtin.

Çavkanîya Wêneye: Rudaw

Bi hevkariya Şaredariya Dersimê û Pirtûkxaneya Vecihi Timuroğlu, wêneyên dîrokî yên Dersimê ji arşîva Weqfa Lêkolînên Huner, Edebiyat, Dîrok û Çandê (SEDKAV) hatin pêşkêşkirin. Pêşangeh li Meydana Seyid Riza hat lidarxistin û bala gelek kesan kişand. Di pêşangehê de gelek wêne ji Şerê Cîhanê yê Yekem heta Qirkirina Dersimê ya 1937-1938, ji Darbeya 12ê Îlonê heta valakirin û şewitandina gundan a salên 1990î hatin nîşandan.

Dema mirov li wêneyên pêşangehê dinêre û bi îro re dide ber hev, guherînên dîrokî, civakî û çandî yên li Dersimê qewimîne jî balê dikişînin. Hemû wêne aîdî SEDKAVê ne û dê ji 9ê Îlonê û pê ve li Pirtûkxaneya Vecihi Timuroğlu jî bêne pêşkêşkirin. Di çarçoveya pêşangehê de, piyanîsta Ceren Aytaç û hunermend Şevîn beşdarî çalakiyekê bûn û bi Kirmanckî (Zazakî) û Kurmancî stran gotin.

“120 wêne ji navbera salên 1914-2010an tên pêşkêşkirin”

Nivîskarê lêkolîner Mesut Özcan diyar kir ku wêneyên di pêşangehê de ji navbera salên 1914-2010an in û got: “Ev pêşangeh cara yekem e ku bi vî awayî li Dersimê tê lidarxistin. Me hemû wêneyên dîrokî, civakî, çandî û olî yên ji sala 1914an heta 2010an ên di arşîva Weqfa Lêkolînên Huner, Edebiyat, Dîrok û Çandê de hene pêşkêş kirin. Armanca me ev e; bîranîn, nasnameya xwe û dîroka xwe ji Dersimiyê re bînin bîra wan. Me xwest bi rêya wêneyan guherîna Dersimê, bûyerên ku li Dersimê qewimîne û tiştên ku Dersim û Dersimî heta îro jiyane bi awayekî dîtbarî ji civakê re, yanî ji Dersimê re bînin bîra wan. Ji bo vê yekê me ev pêşangeh çêkir, li vir 120 wêne ji navbera salên 1914-2010an tên pêşkêşkirin.”

Welatiyên ku serdana pêşangeha 120 wêneyên nû kirin û bi taybetî li wêneyên qirkirina Dersimê û wê demê temaşe kirin, nikarîbûn hêsirên xwe bigirin.

Welatiyekî bi navê Mehmet Yildiz wiha got: “Min ev wêne ne tenê îro dîtin, dilê mirov dişewite. Wek ku ez li wir bim û gelê me dikujin. Zilm hat bîra min, xerabî hatin bîra min, ew êş û azarên ku dayik û bavan kişandine hatin bîra min.”

Bize destek olun

Medyascope sizlerin sayesinde bağımsızlığını koruyor, sizlerin desteğiyle 50’den fazla çalışanı ile, Türkiye ve dünyada olup bitenleri sizlere aktarabiliyor. 

Bilgiye erişim ücretsiz olmalı. Bilgiye erişim eşit olmalı. Haberlerimiz herkese ulaşmalı. Bu yüzden bugün, Medyascope’a destek olmak için doğru zaman. İster az ister çok, her katkınız bizim için çok değerli. Bize destek olun, sizinle güçlenelim.