Li Dêra Axtemarê cara 12emîn ayîn hat kirin

Li Dêra Xaça Pîroz a li girava Axtemarê ya Wanê ku ne vekirî ye ji bo îbadetê , cara 12emîn ayîn hat lidarxistin ku salê carekê bi rê ve diçe.

Patrîkê Ermenên Tirkiyeyê Sahak Maşalyan serokatiya ayînê kir

Li girava Axtemarê ya Wanê, li Dêra Xaça Pîroz cara 12emîn ayîn hat lidarxistin.

Patrîkê Ermenên Tirkiyeyê Sahak Maşalyan serokatiya ayînê kir.

Gelek kes ji bo beşdarî ayînê bibin hatin Wanê û bi qeyikan gihîştin giravê. Ji spêdeyê saet 8 an ve, ji benderê ku li navçeya Westanê ye û 45 kîlometre dûrî Wanê ye, bi qeyikan xelk gihîştin giravê. Di heman demê de bi keştiyên ku Şaredariya Mezin a Wanê bi rê xistibûn ji navçeya Artemetê jî gihîştin giravê. Ji bilî welatiyên Ermenî yên li Tirkiyê dijîn, gelek kes ji Ewropa û Amerîkayê jî beşdarî ayînê bûn.

Ayîna yekem di sala 2010an de hatibû lidarxistin

Rewşa vekirîbûna her demî ji bo îbadetê 

Piştî ayîna Axtemarê, Patrîkê Ermenên Tirkiyeyê Sahak Maşalyan li ber Dêra Xaça Pîroz daxuyanî da. Maşalyan di daxuyaniya xwe de behsa sedemên ku çima dêr her dem ji bo îbadetê vekirî nîne jî kir.

Maşalyan got: “Me îro jî serdana xwe ya kevneşopî ya Hecê pêk anî. Bi serdankerên Hecê yên ji çar aliyên cîhanê me îbadeta xwe ya kevneşopî kir. Her carê ku em tên giravê, em dibînin ku avakirina vir û rêxistina derdora wê tê nûkirin. Parastina vir ji bo me gelek girîng e. Mijarê ku ev der her dem ji bo îbadetê vekirî nîne, mijarek du alî ye. Rewşên wek parastina avahiyan û ku ev der xwedî taybetmendiya mûzeyê ye hene. Helbet em hin daxwazên derbarê îbadeta li vir de digirin. Lê mijarê ku ev der her dem ji bo îbadetê vekirî nîne û ku ev avahî zêde nayê bikaranîn, bi temamî têkildarî wê ye ku ev yek dibe alîkar ji bo avahî temenê dirêj be.”

Ayîna yekem di sala 2010an de hatibû lidarxistin

Dêra Axtemarê; bi navên Dêra Xaça Pîroz an jî Katedrala Xaça Pîroz jî tê zanîn. Dêr, li ser fermana Qral Gagikê 1em, di navbera salên 915-921an de ji aliyê Avahîsaz Manuel ve hatiye avakirin da ku parçeyeke Xaça Rastîn a ku tê gotin di sedsala 7emîn de ji Qudsê hatiye revandina Îranê û piştre anîne herêma Wanê, lê were bicihkirin.

Dêr wek yek ji mînakên herî girîng ên avahîsaziya Ermenî tê qebûlkirin. Dêra Axtemarê ya ku di sala 2005an de hat nûjenkirin û di sala 2007an de bi merasimeke navneteweyî wek ‘mûze-bîranîn’ hat vekirin, cara yekem di sala 2010an de lê ayîn hat lidarxistin. Ayîna ku di sala 2015an de ji ber sedemên ewlehiyê hatibû betalkirin, di pêvajoya pandemiyê de bi beşdariya hejmareke sînordar a mirovan hat lidarxistin.

Çavkanî: Yeni Yaşam

Bize destek olun

Medyascope sizlerin sayesinde bağımsızlığını koruyor, sizlerin desteğiyle 50’den fazla çalışanı ile, Türkiye ve dünyada olup bitenleri sizlere aktarabiliyor. 

Bilgiye erişim ücretsiz olmalı. Bilgiye erişim eşit olmalı. Haberlerimiz herkese ulaşmalı. Bu yüzden bugün, Medyascope’a destek olmak için doğru zaman. İster az ister çok, her katkınız bizim için çok değerli. Bize destek olun, sizinle güçlenelim.