Li Wanê xwaringeha gel vebû: Sê cure xwarin 70 TL

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê xwaringeha gel vekir. Xwaringeh dê rojane xizmetê bide 600 kesan. Bihayê 3 cure xwarinan wek 70 TL hate diyarkirin.

Vekirina xwaringehê li cihê nexweşxaneya dewletê ya berê pêk hat. Di vekirinê de Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin Neslihan Şedal û Abdullah Zeydan, hevserokên şaredariyên din, endamên meclisa şaredariyê, serokên saziyên şaredariyê û welatî beşdar bûn.

Hevserok Neslihan Şedal diyar kir ku ev xizmet heşt sal dereng maye. Şedalê got ku dê li cihên cuda yên bajêr xwaringehên gel ên din jî vekin. Herwiha diyar kir ku dê di demeke nêz de Marketên Gel jî vekin.

Hevserok Abdullah Zeydan got ku ev xwaringeh dê xizmetê bide xwendekaran, teqawîtkiran û ciwanên bêkar. Zeydan herwiha da zanîn ku dê giraniyê bidin geştûguzarî, sewalkari, çandinî û pîşesaziyê.

Piştî axaftinan hevserok qordeleya vekirinê birîn û xwarin belav kirin. Xwaringeh li taxa Walî Mîthat Beg di nav parkeke aîdî Şaredariya Bajarê Mezin de ye. Dê her roj ji bilî roja yekşemê di navbera saet 12.00-17.00’an de vekirî be.

Medyascope'u destekle. Medyascope'a abone ol.

Medyascope’u senin desteğin ayakta tutuyor. Hiçbir patronun, siyasi çıkarın güdümünde değiliz; hangi haberi yapacağımıza biz karar veriyoruz. Tıklanma uğruna değil, kamu yararına çalışıyoruz. Bağımsız gazeteciliğin sürmesi, sitenin açık kalması ve herkesin doğru bilgiye erişebilmesi senin desteğinle mümkün.

Çavkanî: Yeni Yaşam