Şivak (1): Ger pêvajo ser bikeve, çi li benda çanda Kurdî ye?

Mehmet Tatlı û civaknas û nivîskar Selahattin Gezer bernameya xwe ya Kurdî ya nû “Şivak” dest pê kirin. Bername dê her çarşem bi Kurdî were weşandin. Di beşa yekem a bernameyê de, li ser pêvajoya nû û pêşeroja çanda Kurdî hat axaftin.

Di bernameya “Şivak” a yekem de, civaknas û nivîskar Selahattin Gezer bi edîtorê me Mehmet Tatlı re li ser pêvajoya nû û pêşeroja çanda Kurdî nirxandinên girîng kirin. Di hevpeyvînê de, bandora teknolojiyên nû li ser zimanan û têkiliya wan bi teoriyên neteweyî re hat nîqaşkirin. Gezer, bi taybetî bal kişand ser guherînên di qada civakî de û destnîşan kir ku êdî civak ji komên pirreng pêk tên û têgeha neteweyê ya klasîk guherînên girîng dijî.

Di beşa duyem a hevpeyvînê de, mijara talana hunera Kurdî ya di dema qedexeyan de hat rojevê. Gezer, ji bo wan hunermendên ku di wan salan de berhemên Kurdî wergerandine zimanên din û xwe xwedî li wan derxistine, gotina “dizen malê” bi kar anî. Lêkolîner herwiha li ser derfetên nû yên pêşiya çanda Kurdî û pêwîstiya sazîbûna çandî jî rawestiya û pêşniyarên xwe anîn ziman. Ger pêvajo ser bikeve

Ger pêvajo ser bikeve, çi li benda çanda Kurdî ye? (Video)
Ger pêvajo ser bikeve, çi li benda çanda Kurdî ye? (Video)

Hûn dikarin vê vîdyoyê û gelek tiştên din li kanalê Medyascope yê Youtube’ê temaşe bikin.

Bize destek olun

Medyascope sizlerin sayesinde bağımsızlığını koruyor, sizlerin desteğiyle 50’den fazla çalışanı ile, Türkiye ve dünyada olup bitenleri sizlere aktarabiliyor. 

Bilgiye erişim ücretsiz olmalı. Bilgiye erişim eşit olmalı. Haberlerimiz herkese ulaşmalı. Bu yüzden bugün, Medyascope’a destek olmak için doğru zaman. İster az ister çok, her katkınız bizim için çok değerli. Bize destek olun, sizinle güçlenelim.