Di beşa sêyemîn a bernameya “Şivak” de, lêkolîner û nivîskar Selahattin Gezer û edîtor Mehmet Tatlı, li ser rola muzîka Kurdî di avakirina bîra neteweyî ya Kurdan de şirove kir.
Civaknas Gezer destnîşan kir ku muzîk ji bo gelê Kurd ne tenê weke çalakiyeke hunerî, lê di heman demê de weke amrazeke girîng a parastina nasname û dîroka kolektîf jî xizmet kiriye. Bi taybetî di dewrên ku zimanê Kurdî hatiye qedexekirin de, muzîka Kurdî bûye dengê berxwedanê û parastina nasnameya çandî.
Civaknas Selahattin Gezer di axaftina xwe de bal kişand ser wê yekê ku muzîka Kurdî di pêvajoya avakirina neteweyê de roleke stratejîk lîstiye. Li gorî Gezer, muzîk di nav Kurdan de bûye katalîzatoreke îdeolojîk. Xezîneyeke hestan ku bîranînên dîrokî û têkoşîna berxwedanê tîne ber çavan. Ev yek bi taybetî di salên 1990’an de, bi awayekî zelal derketiye holê. Û muzîkê di nav vê pêvajoyê de rola xwe ya dîrokî lîstiye.
Tatlı jî li ser bandora platformên dijîtal li ser muzîka Kurdî sekinî. Tatlı anî ziman ku digel ku ev platform derfetên nû ji bo belavkirina muzîka Kurdî diafirînin, lê di heman demê de xetereyên weke komersyalîzebûn û wendakirina naveroka îdeolojîk jî pêre tînin. Lêkolîneran li ser wê yekê li hev kirin ku parastina rola muzîka Kurdî ya weke qada parastina stratejîk a nasnameya neteweyî, ji bo paşeroja çand û hunera Kurdî girîngiyeke mezin heye.
Hûn dikarin vê vîdyoyê û gelek tiştên din li kanalê Medyascope yê Youtube’ê temaşe bikin.