Şivak (2): Îmajîzasyona Kurdan di wejê û hunera Tirkî de

Mehmet Tatlı û civaknas û nivîskar Selahattin Gezer bernameya xwe ya Kurdî ya nû “Şivak” dest pê kirin. Bername dê her çarşem bi Kurdî were weşandin. Di beşa duyem a bernameyê de, li ser pêvajoya nû û nasnamê Kurdi li ser hunerê çanda Kurdî hat axaftin.

Di bernameya “Şivak” a duyem de, heman ekîb bi civaknas u nivîskar Selahattin Gezer û edîtor Mehmet Tatlı ve li ser mijarên girîng ên rojeva siyasî û çandî rawestiyan. Di vê hevpeyvînê de, bi taybetî pirsgirêka Kurdî, pêvajoya çareseriyê û banga Abdullah Öcalan a 27’ê Sibatê ya ji bo fesihkirina PKK’ê hat nîqaşkirin. Beşdarên bernameya ku bi awayekî akademîk nêzîkî mijaran bûn, nirxandinên xwe yên li ser vê bangê û bandora wê ya li ser pêvajoya siyasî anîn ziman. Îmajîzasyona Kurdan

Herwiha di beşa din a bernameya duyem de, mijara temsîlkirina Kurdan di edebiyat û sînemaya Tirkî de hat nirxandin. Di çarçoveya têgihên oryantalîzm û kolonyalîzmê de, temsîliyeta Kurdan di medya, edebiyat û hunerê de bi awayekî berfireh hat analîzkirin. Lêkolînerên beşdar, îmaja Kurdî ya di van qadan de û bandora van temsîliyetan li ser têgihiştina civakî xistin ber çavan, bi taybetî destnîşan kirin ku çawa ev temsîliyet carinan bi stereotîpan tên pêşkêşkirin û pêwîstiya têgihiştineke nû ya derbarê vê mijarê de anîn ziman.

Hûn dikarin vê vîdyoyê û gelek tiştên din li kanalê Medyascope yê Youtube’ê temaşe bikin.

Îmajîzasyona Kurdan di wejê û hunera Tirkî de
Îmajîzasyona Kurdan di wejê û hunera Tirkî de (Video)

Medyascope'u destekle. Medyascope'a abone ol.

Medyascope’u senin desteğin ayakta tutuyor. Hiçbir patronun, siyasi çıkarın güdümünde değiliz; hangi haberi yapacağımıza biz karar veriyoruz. Tıklanma uğruna değil, kamu yararına çalışıyoruz. Bağımsız gazeteciliğin sürmesi, sitenin açık kalması ve herkesin doğru bilgiye erişebilmesi senin desteğinle mümkün.