Li Tirkiyeyê, gihîştina Instagramê, yek ji platformên medya civakî yên herî mezin ên cîhanê, hat asteng kirin. Bikarhêner di gihîştina platformê de pirsgirêkan dijîn, sepan nayê rojanekirin. Gelo Instagram hat girtin? Çima nayê gihîştin Instagramê?
Bikarhênerên medya civakî ji sibehê 2’yê Tebaxê, roja Înê û pê ve, nikarin bigihîjin Instagramê. Li ser malpera Saziya Teknolojiyên Agahiyê (BTK) dema lêpirsînê tê kirin, ev îfade cih digirin:
“instagram.com, bi biryara Saziya Teknolojiyên Agahiyê û Ragihandinê ya bi hejmara 490.05.01.2024.-608983 û tarîxa 02/08/2024’an, gihîştin hatiye asteng kirin.”
Der barê sedemên vê astengkirina gihîştinê de ti daxuyaniyeke fermî ji rayedaran nehat.
“BTK mecbûr e ku biryara xwe ji dadweriya sulhê ya cezayî bide pejirandin”
Prof. Dr. Yaman Akdeniz, yek ji damezrînerên Komeleya Azadiya Îfadeyê, di nîşeya agahdariyê de ya ku li ser hesabê xwe yê X’ê parve kir, got ku Serokatiya Komarê an jî wezaretekê ev biryar xwestiye û nivîsand, “BTK mecbûr e ku biryara xwe ji dadweriya sulhê ya cezayî bide pejirandin”.
Instagram bu sabah saat 03.00 civarı Türkiye’den BTK tarafından bir idari tedbir kararı ile erişime engellendi. Kararı ya Cumhurbaşkanlığı veya bir bakanlık talep etti. BTK, kararını bir sulh ceza hakimliğine onaylatmak zorunda. Takipteyiz.
— Yaman Akdeniz (@cyberrights) August 2, 2024
Gelo Instagramê parvekirinên der barê Heniyeyê de asteng kir?
Piştî ku Îsmaîl Heniye, Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê, hat kuştin, hat îddia kirin ku Instagramê parvekirinên der barê Heniyeyê de asteng kiriye, Serokê Ragihandinê Fahrettin Altun der barê mijarê de daxuyanî dabû.
Altun wiha nivîsandibû:
Medyascope'un günlük e-bülteni
Andaç'a abone olun
Editörlerimizin derlediği öngörüler, analizler, Türkiye’yi ve dünyayı şekillendiren haberler, Medyascope’un e-bülteni Andaç‘la her gün mail kutunuzda.
“Îsraîl çiqas Filistînî bikuje jî, doza mafdar a Filistînê ji dîrokê nayê jêbirin. Dewleta Îsraîlê jî wek faîlê înfazên bê dadgeh, suîkastan, dagirkeriyê û jenosîdê dê dîrokê cih bigire.
Her wiha, ez bi tundî platformê medya civakî Instagramê şermezar dikim ku bêyî ti sedemekê pêşkêş bike, astengiya weşandina peyamên sersaxiyê yên mirovan ji ber şehîdbûna Heniyeyê. Ev hewldaneke eşkere û zelal a sansûrê ye.
Em ê li hemberî van platforman ku gelek caran nîşan dane ku xizmeta pergala kedxwariya global û bêedaletiyê dikin, parastina azadiya îfadeyê bidomînin. Em ê di her firsendê û li her platformê de li cem birayên xwe yên Filistînî bin.
Filistîn dê zû an dereng azad bibe. Îsraîl û piştgirên wê nikarin vê yekê asteng bikin.”
Filistin direniş hareketi Hamas'ın siyasi büro şefi İsmail Heniye, düşmanlarının asla anlayamayacağı bir tevazuyla şehadete yürüdü. Filistin davasının en büyük kahramanlarından biri olarak tarihe geçen şehidimize Allah’tan rahmet diliyoruz. İslam aleminin ve Filistin’in başı…
— Fahrettin Altun (@fahrettinaltun) July 31, 2024