Êrîşa bi amblemê Nazî li Eskişehirê: 5 kes birîndar bûn, êrîşkar hat binçavkirin

Li Eskişehirê, Arda K. yê 18 salî, bi kasketê li serê xwe, balta li navtengê, maskê li rûyê xwe û cilên êrîşê li xwe, pênc kesên ku li bexçeyê çayê rûniştibûn, bi kêrê birîndar kir. Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç ragihand ku Arda K. hatiye binçavkirin.

Arda K. yê 18 salî, ku amblemê “Roja Reş” a Naziyan li sîngê xwe zeliqandibû, li Tepebaşiyê bi kêr û balteyê êrîşî her kesê ku rastî wî hat kir û pênc kes birîndar kirin.

Bûyer li bexçeyê çayê yê di nav Parka Şehîd Rûstem Demirbaş de li ser Kolana Rauf Orbay a Taxa Uluönderê qewimî. Arda K. kasket li serê xwe, balta li navtengê, mask li rûyê xwe û cilên êrîşê li xwe bûn.

Piştî bûyerê, Arda K. yê ku dixwest bireve ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.

Li ser bangê, tîmên tenduristiyê yên ku hatin cihê bûyerê pênc birîndar veguhestin Nexweşxaneya Bajarê Eskişehirê. Hat zanîn ku rewşa du birîndaran xeternak e.

Di manifestoya wî ya nîjadperest a 16 rûpelî de, ji bo Tarrant ê ku li Zelanda Nû êrîşî mizgeftê kiribû û Breivik ê ku li Norwêcê êrîşî kampên ciwanan kiribû, gotina “pîroz” bi kar aniye. Ji bo Kurd, koçber û Cihûyan gotinên nîjadperest bi kar anîne. Wî got ku armanca wî ya pêşîn avahiya TKP’ê ye û bang li êrîşên li dijî koçber û Kurdan kiriye.

Êrîşkar di bin çavan de ye

Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç ragihand ku lêpirsîna der barê bûyerê de bi baldarî didome. Tunç ji bo welatiyên ku di êrîşê de birîndar bûne xwesteka şifaya lezgîn kir.

Daxuyaniya ku Wezîr Tunç di hesabê xwe yê X’ê de kir wiha ye:

“A.K. yê gumanbar, ku li Eskişehirê bi amûrên birînker êrîşî mirovan kiriye û 5 kes birîndar kirine, di çarçoveya lêpirsîna dadî ya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Eskişehirê ve hatiye destpêkirin de hatiye girtin û binçavkirin. Lêpirsîn bi baldarî didome. Ji welatiyên me yên ku di êrîşê de birîndar bûne re ez şifaya lezgîn dixwazim.”

Wezîrê Karên Hundirîn Alî Yerlîkaya, di parvekirina xwe ya li hesabê medyaya civakî de got: “Li Eskişehirê, li ser Kolana Rauf Orbay a Tepebaşiyê, li bexçeyê çayê yê Parka Şehîd Rûstem Demirbaş, gumanbarê bi navê A.K. ku bi amûrên birînker êrîşî pênc welatiyên me yên bi navên N.Ö, T.A, C.Ö, C.A. û M.K. kiriye û ew birîndar kirine, hatiye girtin û binçavkirin. Ez ji welatiyên me yên ku di êrîşê de birîndar bûne re şifaya lezgîn dixwazim.”

Bize destek olun

Medyascope sizlerin sayesinde bağımsızlığını koruyor, sizlerin desteğiyle 50’den fazla çalışanı ile, Türkiye ve dünyada olup bitenleri sizlere aktarabiliyor. 

Bilgiye erişim ücretsiz olmalı. Bilgiye erişim eşit olmalı. Haberlerimiz herkese ulaşmalı. Bu yüzden bugün, Medyascope’a destek olmak için doğru zaman. İster az ister çok, her katkınız bizim için çok değerli. Bize destek olun, sizinle güçlenelim.