Li Amedê rojeke dîrokî: Beriya lîstika Amedspor, Serokê TFF’ê Îbrahîm Haciosmanoğlu, Hevserokên Şaredariyê û Walî di heman wêneyê de

Serokê TFF’ê Îbrahîm Haciosmanoğlu hat Amedê da ku lîstika yekem a demsalê ya Amedspor temaşe bike. Haciosmanoğlu, beriya lîstikê bi nûnerên rêxistinên civaka sivîl, Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Doğan Hatun û Waliyê Amedê Murat Zorluoğlu re dest da hev û xwarin xwar.

Serokê Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) Îbrahîm Haciosmanoğlu beriya hilbijartinên serokatiyê got, “Em ê aştiyê ji Amedê dest pê bikin” û diyar kir ku ew ê were lîstika yekem a Amedsporê. Haciosmanoğlu duh (18’ê Tebaxê Yekşem) gihîşt Amedê û bi eleqeyeke mezin hat pêşwazîkirin.

Haciosmanoğlu çû navçeya Sûrê ya Amedê ku cihên dîrokî yên bajêr di nav xwe de dihewîne. Bi komeke ku Serokê Klûba Amedspor Azîz Elaldî jî tê de bû, serdana Mizgefta Mezin, Mînareya Çar Ling û Dêra Ermenî Surp Gîragos kir û der barê avahiyên dîrokî de agahî wergirt. Li her cihê ku serdana wî kir, xelkê Amedê û alîgirên Amedspor dilovanî nîşanî Haciosmanoğlu dan û pê re wêne kişandin.

Piştî serdana cihên dîrokî yên Amedê, xwarineke taybet ji bo Haciosmanoğlu li Qonaxê Cemîlpaşa ya dîrokî hat dayîn. Di xwarinê de, Waliyê Amedê Murat Zorluoğlu, Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê yên DEM Partiyê Serra Bucak û Doğan Hatun, Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Serokê Klûba Amedspor Azîz Elaldî hatin ba hev û dîmeneke dîrokî pêşkêş kirin.

Medyascope'u destekle. Medyascope'a abone ol.

Medyascope’u senin desteğin ayakta tutuyor. Hiçbir patronun, siyasi çıkarın güdümünde değiliz; hangi haberi yapacağımıza biz karar veriyoruz. Tıklanma uğruna değil, kamu yararına çalışıyoruz. Bağımsız gazeteciliğin sürmesi, sitenin açık kalması ve herkesin doğru bilgiye erişebilmesi senin desteğinle mümkün.

Haciosmanoğlu dê îro di saet 21:00’an de lîstika Amedspor-Îstanbulspor ji tribûnê temaşe bike.