Derhênera Kurd, Kurdwin Eyub xelata taybet a Festîvala Fîlman a Locarno wergirt

Li gorî nûçeya Wladimir van Wilgenburg a ji Kurdistan Chronicle’ê, derhênera Kurd-Awisturyayî Kurdwin Eyub, ji bo fîlma xwe ya bi navê “Moon” (Heyv) xelata taybet a juriyê li Festîvala Fîlman a Locarno ya 77emîn li Swîsreyê wergirt. Festîval di navbera 7-17ê tebaxê de pêk hat.

Fîlm ji aliyê Ulrich Seidl Filmproduktion ve hatiye hilberandin. Derhênerên Awisturyayî Ulrich Seidel û Veronika Franz jî wek berhemhêner û hevberhemhêner beşdarî projeya fîlmê bûne.

Fîlm behsa Sarah, werzişvaneke berê ya hunerên şer dike ku ji Awisturyayê diçe Urdunê da ku sê xwişkên malbateke dewlemend perwerde bike. Lê dema digihîje wir, ew dibîne ku ev keçên ciwan ji cîhana derve hatine qutkirin û her dem di bin çavdêriyê de ne.

Eyub der barê fîlmê de wiha got: “Ev hemû li ser xwişkan e, ne girîng e ka ew ji ku derê ne, û li ser qefesên ku ne girîng e ka li ku ne. Qefesên ku mirov dixwaze jê derkeve û yên ku mirov dixwaze vegere wan.”

“Moon” di festîvalê de xelata Europa Cinemas Label jî wergirt

Europa Cinemas di Instagramê de wiha ragihand: “Em kêfxweş in ku radigihînin ku #ECLabel’a me li @filmfestlocarno ji bo MOON (Mond) ya @kurdwinayub hat dayîn!”

Juriyê di nirxandina xwe de got: “Moon çîrok û perspektîfeke ku me berê nedîtiye tîne, ne tenê ji aliyê mijar û cihê bûyerê ve, lê her wiha ji aliyê şêwazê ve jî.”

Medyascope'u destekle. Medyascope'a abone ol.

Medyascope’u senin desteğin ayakta tutuyor. Hiçbir patronun, siyasi çıkarın güdümünde değiliz; hangi haberi yapacağımıza biz karar veriyoruz. Tıklanma uğruna değil, kamu yararına çalışıyoruz. Bağımsız gazeteciliğin sürmesi, sitenin açık kalması ve herkesin doğru bilgiye erişebilmesi senin desteğinle mümkün.

“Wênekêşî û meşa fîlmê ne li gorî standartên klasîk in, lê bi kesayetiya pêşveçûyî ya lehengê re di ahengê de ne, ku ji aliyê Florentina Holzinger ve bi awayekî ecêb hatiye lîstin. Fîlm di nav konteksteke balkêş de ye ku tê de derhêner temaşevanên xwe bi bikaranîna cih û karakterên stereotîpî dide ber xwe.”

Juriyê wiha domand: “Paşê Eyub van stereotîpan bi awayên neasayî dişkîne û kêm dike, ku bi dawiyeke ne diyar lê xurt bi encam dibe. Parçeyek fîlmçêkirinê ya bi enerjî ye ku mirov dikare wê herî baş wek kulma li rû binirxîne.”

Çavkani: Kurdistan Chronicle