Li Dêrsimê qezaya trafîkê: 2 kes mirin, 6 kes birîndar bûn

Li Dêrsimê otomobîlek bi kamyonekê re lihevket û qezayeke giran çêbû. Di encama bûyerê de du kes, zarokek pênc salî û ciwanekî bîst û heşt salî, tevî hemû mudaxeleyan jiyana xwe ji dest dan û şeş kes jî birîndar bûn.

Bûyer li ser rêya Dêrsim-Erzincanê li kîlometra şeşan, li nêzîkî Pira Pahê qewimî. Otomobîla bi plakaya 12 ACC 814 bi kamyona bi plakaya 62 AP 141 re lihevket.

Di encama qezayê de heşt kes, di nav de zarok jî, birîndar bûn. Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristî, agirkuj, AFAD, polîs û cendirme hatin deverê. Birîndar piştî mudaxeleya pêşîn bi ambulansan veguhestin Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê.

Li nexweşxaneyê zarokek pênc salî û ciwanekî 28 salî, tevî hemû mudaxeleyan jiyana xwe ji dest dan.

Lêpirsîn li ser bûyerê didome.

Medyascope'u destekle. Medyascope'a abone ol.

Medyascope’u senin desteğin ayakta tutuyor. Hiçbir patronun, siyasi çıkarın güdümünde değiliz; hangi haberi yapacağımıza biz karar veriyoruz. Tıklanma uğruna değil, kamu yararına çalışıyoruz. Bağımsız gazeteciliğin sürmesi, sitenin açık kalması ve herkesin doğru bilgiye erişebilmesi senin desteğinle mümkün.