Peymana Ewlekariyê ya Tirkiye-Iraqê: Hêvî, guman û zehmetiyên di pratîkê de

Peymana ewlekarî û hevkariya leşkerî ya di navbera Tirkiye û Iraqê de ku hatiye îmzekirin, wek destpêka serdemeke nû di têkiliyên her du welatan de tê nirxandin. Lê belê, li ser naveroka peymanê û îmkana tetbîqkirina wê, nêrînên cuda derdikevin holê.

Peymana ewlekarî û hevkariya leşkerî ya ku di 15’ê Tebaxê de di navbera Tirkiye û Iraqê de hatiye îmzekirin, armanc dike ku rûpeleke nû di têkiliyên her du welatan de veke. Wezîrê Karên Derve Hakan Fidan teqez kir ku peyman “girîngiyeke dîrokî” heye. Hevtayê wî yê Iraqî Fuad Hussein jî diyar kir ku ev “cara yekem e di dîroka Iraq û Tirkiyeyê de”. Lê belê, li ser naveroka peymanê û îmkana tetbîqkirina wê şîroveyên cuda tên kirin.

Hûrgiliyên peymanê

Li gorî deqa temam a bi Erebî, peyman armanc dike ku “fikarên ewlekariyê” yên her du aliyan çareser bike û “tehdîdên li hember serwerî, ewlekarî û yekparebûna erdnîgarî” ji holê rake. Ji aliyê din ve, peyman daxwaza bidawîanîna hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê li ser axa Iraqê dike. Lê belê, ji bo vekişîna leşkerên tirk ên ku li Bakurê Iraqê bicih bûne û tê texmînkirin ku hejmara wan bi hezaran e, demjimêreke zelal nayê pêşkêşkirin. Çavkaniyên dîplomatîk ên ku agahî dane Medyascope’ê diyar dikin ku îdiayên ku leşkerên tirk dê vekişin ne rast in. Her wiha, Serokatiya Ragihandinê jî di vê mijarê de daxuyaniyek da û ragihand ku dê tu vekişîna leşkerî ji Iraqê çênebe, lê dê hem li Bexdayê û hem li Başîkayê navendeke hevahengiya ewlekariyê di asta generalî de di navbera her du welatan de were avakirin.

Mijara herî nîqaşbar ji bo Bexdayê, Baregeha Başîka ya Tirkiyeyê ye

Ji bo Bexdayê mijara herî nîqaşbar, Baregeha Başîka ye ku Tirkiye demeke dirêj e li wir hebûna xwe didomîne. Hêzên Çekdar ên Tirk ji dawiya salên 1990’î ve yekîneyên biçûk li Bakurê Iraqê bicih kiribûn û hebûna wan li Başîkayê jî di vê demê de dest pê kiribû. Lê belê di sala 2015’an de, bi hinceta parastina bajarê Mûsilê yê ku piraniya wî ereb-sunnî ne li hember tehdîda DAIŞê, Tirkiyeyê hejmara leşker û kapasîteya xwe ya leşkerî li baregehê bi awayekî girîng zêde kir.

Hebûna Tirkiyeyê li Başîkayê demeke dirêj e ku bûye sedema nerazîbûna hikûmeta Iraqê û ji destpêka xwe ve bû çavkaniya aloziyekê di têkiliyên dualî de. Piştî ku Mûsil di sala 2017’an de ji aliyê hêzên Iraq û koalîsyona bi pêşengiya Amerîkayê ve ji DAIŞ’ê hat rizgarkirin jî, vekişîna hêzên tirk ji baregehê nerazîbûna li ser vê mijarê hîn zêdetir kir.

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Hussein, di civîna çapemeniyê ya hevbeş li Enqereyê de ragihand ku barege dê were radestî Iraqê kirin. Hussein got: “Em gihîştin têgihiştineke zelal li ser çawaniya danûstandina baregeha leşkerî ya Başîkayê. Barege dê bibe baregeheke perwerdehiya leşkerî ya Iraqê ku ji aliyê hêzên çekdar ên Iraqê ve tê birêvebirin.”

Lê belê, Navenda Têkoşîna li Dijî Dezenformasyonê ya Serokatiya Ragihandinê ya Hikûmeta Tirk bi lezgînî îdiayên ku hêzên tirk dê neçar bimînin ku vekişin red kir û hişyarî da ku “Bawerî bi îdiayên li derveyî çavkaniyên fermî nekin.” Li gorî peymanê, Başîka dê ji niha û pê ve wek Navenda Hevahengiya Ewlekariyê ya Hevbeş xizmet bike û dê ji aliyê generalên her du welatan ve bi hev re were birêvebirin.

Peyman ji aliyê çavdêr û aktorên navneteweyî ve bi awayên cuda tê şîrovekirin

Medyaya Iraqê tercîh kir ku vê gavê wek “hewldana têkbirina hevsengiya ku Iraq di navbera Îran û DYAyê de maye” nîşan bide. Di raya giştî ya Iraqê de, tekeza “em bi nêzîkbûna bi Tirkiyeyê re, hem ji Îranê û hem jî ji DYAyê re peyama ‘êdî em biryarên xwe yên xwe digirin’ didin” serdest e.

Di nav welêt de nêrînên cuda jî gelek xurt in. Bo nimûne, çavkaniyên nêzî rêberê Şîî Muqteda el-Sedr, fikarên ku peyman dê “Iraqê bikişîne têkiliyeke nû ya girêdayîbûnê” anîn ziman.

James Jeffrey, ku berê hem Balyozê DYAyê yê Enqereyê û hem jî yê Bexdayê bû, diyar kir ku ev peyman ji aliyê stratejîk ve balkêş e. Li gorî Jeffrey, peyman pêşî niyeta Iraqê ya xurtkirina têkiliyên xwe yên di warê ewlekariyê de bi Tirkiyeyê re wek alternatîfa bandora Îranê nîşan dide. Digel vê yekê, ew nîşan dide ku Tirkiye jî êdî hewl dide ku ji siyaseta xwe ya tenê li ser Bakurê Iraqê fokus dike derkeve û bi rêveberiya Bexdayê re têkiliyeke berfirehtir ava bike.

Hin kes jî hene ku peymanê bêwate dibînin. Ev çavkanî bibîr tînin ku mercên peymanê pir dişibin soz û peymana ku Serokwezîrê berê yê Iraqê Mustafa el-Kazimî di Kanûna 2020’an de li Enqereyê bi Erdogan re kiribû, lê tu yek ji wan sozan nehatine bicihkirin. Piraniya çavkaniyên ku peymanê bêwate dibînin îdia dikin ku Tirkiye dê nexwaze Başîkayê bi awayekî berbiçav ji hêzên Iraqê re veke û dibêjin ku Enqereyê “ya ku dixwest bi dest xist”.

Gumanên li ser tetbîqkirinê

Li ser tetbîqkirina peymanê gumanên cidî hene. Rayedarekî payebilind ê Iraqî dibêje ku peyman “hewldaneke çavboyaxkirinê ye ku dihêle Sudanî îspat bike ku ew berevaniya serweriya Iraqê dike”. Rayedar lê zêde dike ku tetbîqkirina peymanê ne gengaz e.

Medyascope'u destekle. Medyascope'a abone ol.

Medyascope’u senin desteğin ayakta tutuyor. Hiçbir patronun, siyasi çıkarın güdümünde değiliz; hangi haberi yapacağımıza biz karar veriyoruz. Tıklanma uğruna değil, kamu yararına çalışıyoruz. Bağımsız gazeteciliğin sürmesi, sitenin açık kalması ve herkesin doğru bilgiye erişebilmesi senin desteğinle mümkün.

Ev guman ji tetbîqnekirina peymanên wekhev ên berê û kêmbûna baweriyê di navbera her du welatan de çavkanî digirin.

Her wiha, rayedarên DYA û Iraqê, ji bo bidawîkirina hebûna koalîsyona bi serokatiya DYAyê ya ku di sala 2014’an de ji bo têkoşîna li dijî DAIŞê hatibû avakirin li Iraqê heta dawiya sala 2026’an, danûstandinên cuda dimeşînin. Ev rewş dikare bandorê li hevsengiya ewlekariyê ya herêmê bike û dikare hebûna Tirkiyeyê li Iraqê hîn girîngtir bike.

Destkeftiyên Tirkiyeyê

Hin kes jî dibêjin ku peyman meşrûiyet dide hebûna Tirkiyeyê li Başîkayê.

Sinem Adar ji Enstîtuya Alman a Têkiliyên Navneteweyî û Ewlekariyê dibêje, “Ji ber vê yekê dikare wek ‘dîrokî’ were binavkirin. Ji vî aliyî ve dikare bê şibandin bi saziya perwerdehiya leşkerî ya ku Tirkiyeyê li Somaliyê ava kiriye.” Li gorî Adar, tevlîbûna zêdebûyî ya Tirkiyeyê ya bi hikûmeta navendî ya Iraqê re, armanc dike ku derbasbûna hêmanên PKK û HSDyê di navbera Iraq û Sûriyeyê de asteng bike. Ev rewş wek beşek ji hewldana Tirkiyeyê ya parastina berjewendiyên xwe yên stratejîk ên herêmî û xurtkirina siyaseta xwe ya ewlekariyê tê dîtin.

Adar her wiha bibîr tîne ku Tirkiye di du salên dawî de, di heman demê de ku hewl dida têkiliyên xwe bi rejîma Esed re asayî bike, nikaribû hêviya xwe ya pêkanîna operasyonên berfireh li dijî YPGê li Sûriyeyê pêk bîne. Di vê çarçoveyê de, peymana bi Iraqê re dikare wek hewldana Tirkiyeyê ya zêdekirina bandora xwe li herêmê û curbecurkirina stratejiya xwe ya ewlekariyê were nirxandin.

Rewşa xeta petrolê û pêşeroja têkiliyan

Tê hêvîkirin ku seredana Serokomar Erdogan a ji bo Bexdayê ya di meha Nîsanê de dê çareseriyekê ji bo xeta petrolê ya Kerkûk-Ceyhanê ya ku girtî ye bilez bike, lê xet hîn jî nehatiye vekirin. Ev rewş Tirkiyeyê ji petrol û heqên derbasbûnê bêpar dihêle.

Peymana petrolê ya di navbera Tirkiye û Iraqê de dê di sala 2025’an de bi dawî bibe. Hevkarî di warê enerjiyê de ji bo her du welatan jî xwedî girîngiyeke krîtîk e.

Peymana ewlekariyê ya Tirkiye-Iraqê wek destpêka serdemeke nû di têkiliyên her du welatan de tê dîtin. Peyman, dema ku mijarên hestiyar ên wek ewlekarî, serwerî û yekparebûna axa welêt digire dest, di heman demê de xwedî potansiyela bandorkirina li hevsengiyên hêzên herêmî ye. Lê belê, li ser tetbîqkirin û encamên peymanê nêrînên cuda hene. Di pêşerojê de, bi taybetî rewşa baregeha Başîkayê, demjimêra vekişîna leşkerên tirk û vekirina dîsa ya xeta boriya petrolê, dê bibin nîşaneyên girîng ên ku serkeftina peymanê diyar bikin.

Her wiha, bandorên dirêjheyam ên peymanê li ser ewlekariya herêmî, siyasetên enerjiyê û stratejiyên ewlekariyê, dê berdewam bikin hevsengiyên hêzê li Rojhilata Navîn şekil bidin.

Çavkani: Al-MonitorAP NewsReutersRudaw