Fîlmê “Messiyê Bexdayê” yê derhênerê Kurd Umer Xelîfe dê li Oskarê pêşbirkê bike

Fîlmê “Messi yê Bexdayê” yê derhênerê kurd Sehim Umer Xelife, ji bo oskarê di beşa “fîlmê navneteweyî yê dirêj” de wek berendamê Iraqê hate hilbijartin. Saziya Sînema û Şanoyê ya girêdayî Wezareta Çandê ya Iraqê ragihand ku fîlm hemû mercên pêwîst ji bo vê xelata bi rûmet pêk aniye û ji aliyê komîteyeke serbixwe ve hatiye hilbijartin.

Fîlm çîroka Hemûdî vedibêje ku zarokekî 10 salî ye û ji Bexdaya şerzelal tê. Hemûdî, ku evîndarê futbolê ye, dixwaze bibe futbolvanekî profesyonel wek pêşengê xwe Lionel Messi. Lê belê piştî ku di pevçûneke çekdarî de lingê xwe winda dike, hemû jiyana wî ser û bin dibe. Ev bûyer di sala 2009an de li Bexdayê pêk tê û bandora şer û pevçûnan li ser jiyana zarokan bi awayekî bandorker nîşan dide.

Xelife: “Ev çîrok nêzî dilê min e”

Derhênerê Kurd Sehim Umer Xelife, ku niha li Belçîkayê dijî, ji Rûdawê re diyar kir ku ev çîrok ji bo wî gelekî girîng e. Wî got: “Dema ez li Kurdistanê bûm, futbol ji bo min pir girîng bû. Min xwest girîngiya sihêra futbolê diyar bikim. Li welatekî ku bi şer û probleman hatiye parçekirin, futbolê hêvî û pozîtîvî da min.” Xelife destnîşan kir ku wî ev çîrok cara yekem di sala 2012an de wek kurtefîlm kişandiye û paşê di sala 2021ê de ew kiriye fîlmeke dirêj. Armanca wî ew bû ku bi vî awayî çîrok bigihîje girseyeke berfirehtir.

Bandora fîlm li ser temaşevanan

Xelife hêvî dike ku fîlm û helwesta Hemûdî ya li hemberî trajediyê, li ser temaşevanan bandoreke mayînde çêbike û di jiyana wan de bibe çavkaniya îlhamê. Wî got: “Ez dixwazim ev fîlm bibe sedema ku mirov li ser jiyana xwe bifikirin û hêviyê winda nekin.” Derhêner herwiha balê dikişîne ser wê yekê ku çawa futbol dikare di nav karesatên herî mezin de jî bibe çavkaniya kêfxweşî û hêviyê ji bo zarokan.

Medyascope'u destekle. Medyascope'a abone ol.

Medyascope’u senin desteğin ayakta tutuyor. Hiçbir patronun, siyasi çıkarın güdümünde değiliz; hangi haberi yapacağımıza biz karar veriyoruz. Tıklanma uğruna değil, kamu yararına çalışıyoruz. Bağımsız gazeteciliğin sürmesi, sitenin açık kalması ve herkesin doğru bilgiye erişebilmesi senin desteğinle mümkün.

Şansê fîlm ji bo oskarê

Fîlmê “Messi yê Bexdayê” dê li gel bi sedan fîlmên din ên ji çar aliyên cîhanê pêşbirkê bike. Ji van tenê pênc fîlm dê di beşa “Fîlmê Navneteweyî yê Dirêj” de bikevin nav lîsteya dawî ya 97emîn Xelata Akademiyê. Iraqê cara yekem di sala 2005an de fîlm şandibû oskarê û ji wê demê ve 12 fîlmên din jî şandine. Lê belê heta niha tu fîlmên Iraqê di vê beşê de nehatine berendamkirin. Ev yek nîşan dide ku beşdarbûna fîlmê Xelife di vê pêşbirkê de, ji bo sînemaya Iraqê û bi taybetî jî ji bo derhênerên kurd gaveke girîng e. Beriya vê jî du kurtefîlmên Sehim Umer Xelife di beşa Kurtefîlm de gihîştibûn qonaxa dawî ya oskarê, ku ev jî nîşan dide ku Halife derhênerekî bi tecrûbe ye di warê pêşkêşkirina çîrokên balkêş ên ji herêmê de.