Li roja duyemîn a Festîvala Xweza, Çand û Bawerîyê ya Gimgimê, gund hatin serdankirin. Di serdanan de peyamên yekîtîyê hatin dayîn û bang hate kirin ku ji bo jîyandina bawerîya Elewîtîyê li hember hemû zextan têkoşîn bê kirin.
Li Gimgimê ya Mûşê, Festîvala Xweza, Çand û Bawerîyê ya sêyemîn ku ji alîyê Şaredarîya Gimgimê, Cihê Xizirê yê Gimgimê û Komeleya Parastina Xwezayê, Komeleya Gimgimê ya Berlînê û Komeleya Gimgimê ya Rhermainê ve tê lidarxistin, di roja duyemîn de dewam dike. Di çarçoveya festîvalê de îro gund û cemxane hatin serdankirin. Mêvan pêşî çûn gundê Qûrçikê û li wir civînek pêk anîn.
Di serdanê de Huseyn Ozmen ê ji niştecihên gund, dîroka gund û cihên pîroz ên wê vegot. Endamê Komeleya Çandî, Civakî û Alîkarîya Cemxaneyê Zafer Boztaş jî wiha got: “Em wek ciwanên gund, hewl didin ku zimanê xwe yê zikmakî û çanda xwe bijînin. Em nifşa ciwan a berê û ciwanên niha tînin cem hev û nîqaş dikin. Em baş dizanin ku her tişt bi yekîtî û hevgirtinê pêk tê.”
‘Cemxane nayên naskirin’
Serokê Komeleya Çanda Elewî Bektaşî ya Îzmîrê Murat Aslan jî got: “Me li Ewropayê di warê naskirina fermî ya Elewîtîyê de serkeftin bi dest xist, lê li vir hîn jî cemxane nayên naskirin. Mixabin îro cemxane tenê ji bo xizmetên cenazeyê tên bikaranîn, divê wisa nebe. Divê em hemû xizmetên xwe li vir bi rê ve bibin. Ez bawer dikim ku em ê bi têkoşînê bi ser bikevin.”
‘Dewletê zext kir lê em neqedîyan’
Medyascope'u destekle. Medyascope'a abone ol.
Medyascope’u senin desteğin ayakta tutuyor. Hiçbir patronun, siyasi çıkarın güdümünde değiliz; hangi haberi yapacağımıza biz karar veriyoruz. Tıklanma uğruna değil, kamu yararına çalışıyoruz. Bağımsız gazeteciliğin sürmesi, sitenin açık kalması ve herkesin doğru bilgiye erişebilmesi senin desteğinle mümkün.
Pîr Hazir Elî Beyazyildirim jî bal kişand ser girîngîya pergala ocaxê û wiha axivî: “Ez li gundê me bi wan dedeyên xweş û zana re mezin bûm. Me di odeyên biçûk, di xanîyên sar de cem meşand û ew xanîyên qeşagirtî bi evînê germ bûn. Me loqmeya ku em ê bibirin cemê jî ji malbatê digirt û dibir. Berîya ku em biçin cemê me xwe paqij dikir, gava em digihîştin ber derîyê ku cem lê bê kirin me digot ‘ez wek can hatim vê cemxaneyê’. Di cemê de yekîtîya dilan çêdibû. Yên ku diketin cemê kelama Heq digirtin, dema derdiketin jî ev xweşî digotin. Îro canên me hene ku cemê nabînin. Divê ev rê bi pergala ocaxê biçe. Pîr, rehber û murşîdên her kesî hene ku girêdayî wan in. Nexwe mirov bi tenê bi gotina ‘ez Elewî me’ nabe Elewî. Divê em pêşî bên cem hev û sohbet bikin. Eger em bixwazin em dikarin vê kêmasîyê ji holê rakin. Dewletê zext kir lê em neqedîyan. Saza me şikest lê tu carî rehber, murşîd û pîr dev ji talibê xwe berneda.”
Piştî civînê loqme hatin parvekirin. Dê festîval di nav rojê de bi panel û konseran dewam bike.
Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê