Li Stenbolê heft kes ji bo kuştina Hekîm Luqman ê karsaz ê Duhokî hatine binçavkirin. Tê gotin ku Luqman ji ber ku bi Kurdî axiviye hatiye êrîşkirin.
Li Stenbolê di xwaringeheke otêlekê de karsazê Duhokî Hekîm Luqman bi êrîşa kêrê hatibû kuştin. Niha heft kes ji bo vê bûyerê hatine binçavkirin. Di nav wan de Uğur Y. jî heye ku yek ji êrîşkaran e. Lêpirsîn hîn berdewam e û dosya veşartî ye.
Çi qewimîbû?
Luqman ê 45 salî ku li Duhokê xwediyê galeriya tirimpêlan bû, ji Dubayê hatibû Stenbolê û plankiribû ku sê rojan li wir bimîne. Lê belê li kafeteryayekê li Aksarayê bi kêrê hate kuştin. Li gorî gotina pismamê wî, piştî ku Luqman bi pismamekî xwe yê li Londonê re bi Kurdî axiviye, komeke 10-12 kesan êrîş aniye ser wî û bi kêra ku pê xwarin dixwar, li dilê wî xistiye.
Malbat daxwaza edaletê dike
Evraz, yek ji merivên Luqman, ji çapemeniyê re wiha got: “Li gorî agahiyên me, ew bi pismamê xwe re bi rêya vîdyoyê diaxive. Çend kes dijûnan didin û tiştên nebaş dibêjin. Ew jî Tirkî dizane û fêm dike. Bersivê dide wan. Li ser vê yekê bi kêra ku pê xwarin dixwar, Hekîm Luqman dikujin. Li Tirkiyeyê ne carekê, ne du caran, gelek caran Kurd bi vî awayî têne kuştin. Bi rastî pir êşdar e. Wan êrîşkaran negirtine. Em ji hikûmetê dixwazin ku li ser vê mijarê bisekine. Ne carekê ye, ne du caran e. Hekîm karsazek bû. Kirîn û firotina wesayitan dikir. Diçû û dihat Dubayê. Du-sê rojan diçe Stenbolê da ku bêhna xwe vede.”
Hikûmet red dike
Navenda Têkoşîna li Dijî Dezenformasyonê ya girêdayî Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê di daxuyaniya xwe de got ku îdiaya “ji ber ku bi Kurdî axiviye hatiye kuştin” ne rast e. Li gorî daxuyaniyê, şer ji ber “li jinan nêrînê” derketiye. Lê belê ti agahî derbarê lêpirsîna cinayetê de nehat dayîn.
Medyascope'u destekle. Medyascope'a abone ol.
Medyascope’u senin desteğin ayakta tutuyor. Hiçbir patronun, siyasi çıkarın güdümünde değiliz; hangi haberi yapacağımıza biz karar veriyoruz. Tıklanma uğruna değil, kamu yararına çalışıyoruz. Bağımsız gazeteciliğin sürmesi, sitenin açık kalması ve herkesin doğru bilgiye erişebilmesi senin desteğinle mümkün.
Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê