Reytingên Amedsporê TRT neçar kir ku helwesta xwe biguherîne

Reytingên bilind ên maçên Amedsporê bûn sedem ku TRT helwesta xwe ya li hember vê tîmê biguherîne. TRT êdî navê tîmê ne wek “Amed SFK” lê wek “Amedspor” bi kar tîne.

Li gorî nûçeya CEGA Medya’yê, piştî ku bi maçên Amedsporê rêjeya temaşevanan bilind bû, TRT neçar ma helwesta xwe ya li hember Amedsporê biguherîne. TRT êdî navê tîmê ne wek “Amed SFK” lê wek “Amedspor” bi kar tîne.

P H O T O 2024 09 03 13 43 12

Amedspor bû çavkaniya dahatê ji TRT’yê re

Amedspor ku cara yekem derket TFF 1. Lîgê, ji TRT Spor, TRT tabii û beIN Sports’ê re rekorên temaşevanan dişkîne. Maçên Amedspor’ê yên ku li van kanalan tên weşandin, bi awayekî berbiçav rêjeya temaşevanan bilind dikin.

Guherîna helwestê ya TRT’yê

Berê TRT Kurdî navê Amedsporê wek “Amed SFK” bi kar dianî. Lê niha navê tîmê wek “Amedspor” tê bikaranîn. Ev guherîna helwesta TRT’yê wek “nermahiya TRT’yê ji bo Amedspor’ê” hat şîrovekirin.

Medyascope'u destekle. Medyascope'a abone ol.

Medyascope’u senin desteğin ayakta tutuyor. Hiçbir patronun, siyasi çıkarın güdümünde değiliz; hangi haberi yapacağımıza biz karar veriyoruz. Tıklanma uğruna değil, kamu yararına çalışıyoruz. Bağımsız gazeteciliğin sürmesi, sitenin açık kalması ve herkesin doğru bilgiye erişebilmesi senin desteğinle mümkün.

Bandora aborî

Piştî ku maçên Amedsporê dest bi weşana zindî kirin, şirketên herêmê dest bi reklamên li TRT Spor’ê kirin. Ev yek nîşan dide ku Amedspor ne tenê di warê sporê de, lê di warê aborî de jî bandoreke erênî li ser herêmê dike.

Çavkanî: CEGA