Edîtorên Medyascope ji Tirkiyeyê heta cîhanê nûçeyên girîng ên rojê ji bo we berhev kirin.
AKP roja Çarşemê 14’ê Tebaxê salvegera 23emîn a damezrandina xwe pîroz kir. Hilbijartina Navenda Kongreya AKP’ê wek cih, ji destpêkê ve nîşan dida ku dê ne bernameyeke pir îddîayî be. Bi sepandina akredîtasyoneke pir tund, saziyên medyayê û rojnamegerên ku “bawerî pê nayê” nehatin qebûlkirin. Mînak, tevî hemû hewldanên me, wek Medyascope destûr nehat dayîn ku em pîrozkirinê ji nêzîk ve temaşe bikin.
Serokê TFF’ê Îbrahîm Haciosmanoğlu hat Amedê da ku lîstika yekem a demsalê ya Amedspor temaşe bike. Haciosmanoğlu, beriya lîstikê bi nûnerên rêxistinên civaka sivîl, Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Doğan Hatun û Waliyê Amedê Murat Zorluoğlu re dest da hev û xwarin xwar.
Li navçeya Erdîşa Wanê, tevgerên ekolojîk bi pêşengiya Tora Hevkariya Tevgerên Peravê (KIYIDA) li hev civiyan û bang kirin ku li dijî dagirkirina peravan têkoşîn bê meşandin.
Karkerên embara CarrefourSA di roja 7’emîn a çalakiyên xwe de, girîngiya rêxistinbûnê tekez kirin û gotin, “Ji niha û pê ve hemû qadên jiyanê yên Sabancı qadên berxwedana me ne.”
Li navçeya Farqînê ya girêdayî Amedê biryara vekirina “xwaringeha gel” hat dayîn. Piştî biryarên ku Meclisa Şaredariya Farqînê girt, wê li navçeyê baxçeyê zarokan û navendên lênêrînê yên bi zimanê dayikê yê Kurdî û navenda şûştina cilûbergan jî bên sazkirin.