Wezîrê berê Çaglar eşkere kir: “Min hefteyekê beriya ku ew bên girtin, agahî da Demirtaş, Sakık û Türk. Min ji wan re got ku dewlet dê wan bigire.” Çaglar di hevpeyvîna xwe ya bi T24ê re detayên vê hevdîtina veşartî û hişyariya xwe ya girîng eşkere kir.
Di hevpeyvîneke balkêş de bi rojnamevan Cansu Çamlıbel re ji bo T24ê, Wezîrê Dewletê yê berê Cavit Çaglar, agahiyên girîng derbarê girtina Selahattin Demirtaş de eşkere kirin.
Çaglar diyar kir ku beriya girtina Demirtaş bi hefteyekê, wî bi Ahmet Türk û Sırrı Sakık re hevdîtinek pêk anîbû. Di vê hevdîtinê de, Çaglar hişyarî dabû siyasetmedarên kurd ku ne hikûmet, lê dewlet dê wan bigire.
Wezîrê berê got: “Min ji wan re got, ‘Heke hûn bangê nekin ku dem a çekdariyê û terorê qediyaye, dewlet dê destûrê nede we.'” Çaglar destnîşan kir ku di wê demê de Sırrı Sakık Şaredarê Agiriyê, Ahmet Türk Şaredarê Mêrdînê û Selahattin Demirtaş jî Hevserokê Giştî yê HDP’ê bû.
Di hevpeyvînê de, Çaglar herwiha bal kişand ser pêwîstiya diyalogê di navbera dewletê û siyasetmedarên kurd de. Wî îdîa kir ku eger Turgut Özal nemiriba û ew bi Hikmet Çetin re bikaribûna berdewam bikin, wan ê şer li başûrê rojhilat bidawî bianiya.
Derbarê rewşa heyî de, Çaglar rexne li hikûmetê girt ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) yên derbarê Demirtaş de bicih nayne. Wî diyar kir ku Tirkiye, wekî yek ji damezrînerên Konseya Ewropayê, divê di warê demokrasî û azadiyan de helwesteke erênî bigire.
Çaglar di dawiya hevpeyvînê de bang li hemû aliyan kir ku ji bo aştiyê û jiyana hevpar hewl bidin. Wî got, “Tirkiye westiyaye, gel westiyaye. Divê em hev hembêz bikin, rêya din tune ye.”