Bakırhan li herêma şewatê: Bila herêm wek qada felaketê bê îlankirin

Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakırhan, li Karşıyakayê Îzmîrê guhdariya welatiyên ji şewatê bandor bûyî kir û xwest ku taxên zirar dîtine wek qada felaketê bên îlankirin.

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakırhan û heyeta pê re, di çarçoveya serdanên xwe yên li Îzmîrê de, li taxa Yamanlar a navçeya Karşıyakayê bi welatiyên ji şewata daristanê bandor bûyî re hevdîtin pêk anîn. Bakırhan pêşî li taxa Doğançayê ya girêdayî navçeya Bayrakliyê bi Cîgirê Serokê Şaredariya Mezin a Îzmîrê Zafer Levent Yıldır û muxtarê taxê re hevdîtin kir. Muxtara Taxê Arzu Nisan, ku bûyerê vegot, daxwaza îlankirina herêmê wek qada felaketê anî ziman. Nisan diyar kir ku ew rasterast ji şewatê bandor bûne û got: “Me ji şaredariyan û berpirsiyaran alîkarî xwest. Dema nehatin, me dawiyê ji mirovan helal xwest. Bi deqîqeyan em ji nav agir derketin.”

Komîsyon dê bê avakirin

Cîgirê Serokê Şaredariya Mezin a Îzmîrê Zafer Levent Yıldır diyar kir ku wan gazî civîna awarte ya meclisa şaredariyê kirine û dê komîsyonekê ava bikin. Wî got ku hê tespîtkirina ziraran bi temamî nehatiye kirin.

Rant tê dîtın

Paşê Parlamenterê DEM Partiyê yê Îzmîrê Îbrahîm Akın axivî û got ku şewat di wextê de nehatine vemirandin û pişikên Îzmîrê li ber çavan şewitîne. Akın destnîşan kir ku dibe di şewatên qewimî de qesd hebe û got: “Mirov difikirin ku dixwazin vê herêmê bikin qada rantê. Bajar ber bi vir ve dest bi cihguhertinê kir û ev der biha bûn.”

Bakırhan û heyeta pê re, paşê bi Yıldır re serdana taxên Onur û Yamanlarê kirin. Taxiyan ji heyetê re ragihandin ku li herêma şewatê pirsgirêka ava vexwarinê û elektrîkê dijîn û xwestin ku pirsgirêk bên çareserkirin. Bakırhan, ku guhdariya welatiyên kir, tekez kir ku divê herêm wek qada felaketê bê îlankirin. Heyetê dawiyê serdana Sîteya Pîşesaziyê ya Örnekköyê ya Karşıyakayê ku di şewatê de zirareke giran dîtiye, pêk anî.

Piştî serdanan Bakırhan û heyeta DEM Partiyê dê beşdarî çalakiya “Hevdîtina Ekolojiyê” bibin ku dê saet 18:00an de li Navenda Çandê ya Îsmet Înönü ya li Kültürparka navçeya Konakê bê lidarxistin.

Çavkani: Ajansa Mezopotamyayê

Bize destek olun

Medyascope sizlerin sayesinde bağımsızlığını koruyor, sizlerin desteğiyle 50’den fazla çalışanı ile, Türkiye ve dünyada olup bitenleri sizlere aktarabiliyor. 

Bilgiye erişim ücretsiz olmalı. Bilgiye erişim eşit olmalı. Haberlerimiz herkese ulaşmalı. Bu yüzden bugün, Medyascope’a destek olmak için doğru zaman. İster az ister çok, her katkınız bizim için çok değerli. Bize destek olun, sizinle güçlenelim.