Tiştên ku divê hûn îro jê agahdar bin (21ê Tebaxê 2024)

Edîtorên Medyascope ji Tirkiyeyê heta cîhanê nûçeyên girîng ên rojê ji bo we berhev kirin.

Li gorî nûçeya Wladimir van Wilgenburg a ji Kurdistan Chronicle’ê, derhênera Kurd-Awisturyayî Kurdwin Eyub, ji bo fîlma xwe ya bi navê “Moon” (Heyv) xelata taybet a juriyê li Festîvala Fîlman a Locarno ya 77emîn li Swîsreyê wergirt. Festîval di navbera 7-17ê tebaxê de pêk hat.

Zazakî/Kirmancî di nav zimanên di bin xetera windabûnê de ye. Baş e, ji bo jiyandin û parastina zimanên ku winda dibin divê çi were kirin, gelo muzîk bi tenê bes e? Koordînatorê Giştî yê Munzur Pressê Mehmet Bidav, li Ziyaretgeha Anafatmayê, bi Doğan Çelikê re axivî, yê ku hunermendekî girîng e û bi Zazakî/Kirmancî kilaman dibêje û hewl dide ku vî zimanî vejîne.

Li Moldovayê, di Pêşbaziya Cîhanê ya Milkêşanê de, di kategoriya ciwanan de û di giraniya 55 kîloyî de, Zührenaz Dikicî bi milê çepê bû şampiyonacîhanê û medalya zêrîn wergirt, bi milê rastê jî medalya bronz bi dest xist.

Li parêzgeha Yezdê ya Îranê, otobûseke ku heciyên ji Pakistanê diçûn Kerbelayê dianî, qelibî û di encamê de 28 kes mirin û 23 kes birîndar bûn. Hat ragihandin ku qeza ji ber xeletiya sîstema tirmuzê pêk hatiye.

Medyascope'u destekle. Medyascope'a abone ol.

Medyascope’u senin desteğin ayakta tutuyor. Hiçbir patronun, siyasi çıkarın güdümünde değiliz; hangi haberi yapacağımıza biz karar veriyoruz. Tıklanma uğruna değil, kamu yararına çalışıyoruz. Bağımsız gazeteciliğin sürmesi, sitenin açık kalması ve herkesin doğru bilgiye erişebilmesi senin desteğinle mümkün.